Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Firat Bûlût dema li Meletiyê, herêma erdhejê vedigere Enqereyê, di saetên şevê de li Balafirxaneya Esenbogayê hatiye desteserkirin.
Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Çewlîgê bi iddiaya ku Bûlûtî “zanyariyên nerast belav kiriye” derbarê wî de biryara zeftkirinê daye. Ji ber vê yekê Bûlûtî desteserkirin û birine Qereqola Balafirxaneya Esenbogayê.
Li bendê ne di saetên sibê de Bûlûtî bibin dozgeriyê.
Rojnameger Bulut li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandiye ku ew hatiye desteserkirin û wiha gotiye: “Ev mehek e ez li herêma erdhejê nûçeyan çêdikim. Ez îro danê êvarê li Esenbogaya Enqereyê hatim desteserkirin. Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Çewlîgê bi tohmeta ku min agahiyên nerast belav kiriye derbarê min de lêpirsîn vekiriye. Di erdhejê de nebûn, bi lêpirsînê hewl didin bêdeng bikin."
Rojnameger Bulut bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) li Çûbûkê beşdarî Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Çewlîkê bûye. Heyeta dadgehê daxwaza biryara kontrola edlî ya dozgeriyê qebûl nekiriye û rojnameger Bûlût serbest berdaye.
(HA/AY)