Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, hatiye desteserkirin.
Çelîk, ji bo îfadeyê çûye Qereqola Ferîkoyê û bi hinceta ku di çarçoveya lêpirsîneke cuda de biryara girtinê heye, hatiye desteserkirin.
Hatiye zanîn ku dê Çelîk li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê îfadeyê bide dozgeriyê.
Çelîk ji ber parvekirinên di hesabên medyaya civakî ên ajansê de bi îdiaya ku “wezîfedarên dewletê hedef nîşan daye” hatiye desteserkirin. Piştî îfadeyê serbest bûye.
(AY)