Fotograf: MA
Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê, li Amedê dema çûye qereqolê da ku îfadeyê bide, hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya MAyê, Serdozgeriya Komarî derbarê Çelîkî de lêpirsînek daye destpêkirin û Çelîk ji bo îfadeyê bide, çûye Qereqola Hûzûrevlerî ya li navçeya Peyaza Amedê. Polîsan Çelîk li qereqolê desteser kiriye.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de di 25ê Nîsanê de li 21 bajaran polîsan bi ser malan de girtibûn û 191 kes desteser kiribûn. Rojnameger, parêzer û siyasetmedar jî di nav de zêdetirî 50 kesî hatibûn girtin.
Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar (Aslan Aydogan) jî di çarçoveya heman lêpirsînê de îro dema ji Almanyayê vedigeriya Amedê li Balafirgeha Amedê hat binçavkirin. Karûbarên binçavkirinê yên Kanîwarî didomin. (FD)