Fotograf: Hikmet Adal / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnamegerên ji ber nûçeya mirina karmendekî Rêxistina Îstîxbarata Netewî (MIT) li Lîbyayê hatibûn girtin, duh (24ê Hezîrana 2020an) piştî 4 mehan derketin pêşberî dadgehê.
Dadgehê biryara serbest berdana Berpirsê Giştî yê Weşana Giştî ya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser û Midûrê Nûçeyan ê Odatvyê Bariş Tekoglûyî da. Her weha Berpirsê Weşana Giştî ê Odatvyê Bariş Pehlîvan, nûçegihana Odatvyê Hulya Kilinç û nivîskarê Yenîçagê Mûrat Agirel nehatin berdan.
Doza rojnamegeran li 34em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rê ve çû. Di heman dozê de rojnameger Erk Acarer û Eren Ekinci, karmendê Beşa Çapemeniyê ê Şaredarîya Akhîsara CHPyê jî têne dadkirin.
Dadgehê biryara girtina Erk Acarer dubare da û danişîn taloqî 9ê Îlonê kir.
Beriya dadgehkirinê çalakiyek hatibû lidarxistin
Beriya dadgehkirina rojnameger Barış Pehlivan, Bariş Terkoglu, Hulya Kilinç, Ferhat Çelik, Aydin Keser, Mûrat Agirel û Erk Acarerî rojnameger, siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl li ber Edliyeya Stenbolê çalakiyek li dar xistibûn.
Rêvebir û Berpirsê Nûçeyên Odatviyê Bariş Tekoglû, Berpirsê Weşana Giştî ya Odatviyê Bariş Pehlîvan, Nûçegîhana Odatvyê Hulya Kilinç, Rêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Rêvebirê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser, nivîskarê Rojnameya Yenîçaxê hatibû girtin Mûrat Agirel, rojnameger Erk Acarer û Karmendê Ofîsa Çapemeniyê yê Şaredariya Akhîsara CHPyî E.E. ji ber ku ji ber nûçeya mirina karmendekî Rêxistina Îstîxbarata Netewî (MIT) li Lîbyayê hatibûn girtin.
Rojnameger bi îdiaya ku zanyariyên divê nehatine aşkerekirin weşandine li gorî Xala 329an a Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û Xala 27em a Qanûna MITê tên dadgehkirin û ji 7 salan heta 18 sahan cezayê girtîgehê dixwazin li wan bibirin.
"Înîsiyatîfa Te Hay Jê He ye?" li vir civîneke çapemeniyê pêk anîbû.
Parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) Alî Şeker, Tûncay Ozkan, Mûharrem Erkek, Mahmût Tanal, Gokhan Ozbek, Sari Kadigîl, Onûrsal Adiguzel, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) Erkan Baş, Parlamenterê serbixwe Ahmet Şik, Serokê Partiya IYIyê yê Stenbolê Bûgra Kavûncû, Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Serokê Sendîkaya DISK Basin Îşê Farûk Eren, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû û hin kesên din beşdar bûbûn.
Di dema daxuyaniyê de pankart û qerton hatin hilgirtin ku li ser wan nivîsên "Azadî ji rojnamegeran re", "rojnamegerî ne sûc e", "Em natirsin, em ê bêdeng nebin", "Çapemeniya azad kevneşopiya demokrasiye ye", "Hûn ê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin" "Dema nûçegîhan girtî be, te hay jê nabe", "Wê rastî neyên zindanîkirin" hatine nivîsandin. (HA/NO/AY/FD)