Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê biryara girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamayê (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglûyî daye. Eser û Topaloglû di 29ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê her du rojnameger piştî îfadeya wan a li Midûriyeta Emniyetê birine Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Dozgerî bi daxwaza girtinê ew şandiye ber heyeta 3yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê. Dadgehê jî biryara girtina Eser û Topaloglûyî daye.
Li dadweriyê, rojnamevan Sadik Topaloglû û Sadiye Eserê tiştên ku pê tên tohmetkirin qebûl nekiriye. Gotine em rojnameger in û daxwaza serbestiya xwe kirine.
Kiliç: Delîl ne berbiçav in
Ozcan Kiliç, parêzerê her du rojnamegeran di dadgehê de gotiye, gumana reva wan nîne, delîlên ji ber îfadeya kesekî ku serî li yasaya poşmaniyê ya bibandor kiriye ne berbiçav in û îdia jî ne diyar in ku rast in in na. Ez daxwaza serbestiyê ya bi şertê kontrola edlî dikim.”
Sedema girtina wan: Dozên berê li wan hatine vekirin
Piştî parastinan, dadgehê bi îdiaya ku "endamên rêxistinê ne" Eser û Topaloglû girtiye. Ji bo girtina Eser û Topaloglûyî, geştên wan î derveyî welat û dozên demên borî li wan hatibûn vekirin weke sedem hatine nîşandan.
Eser, şandine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û Topaloglû jî şandine Girtîgeha Metrîsê û ji vir jî ew birine Girtîgeha Sîlîvriyê. (EKN/FD)