Rojnamevan û nivîskar Enver Aysever piştî weşana zindî ya li ser kanala xwe ya YouTube hate desteserkirin. Rexneyên Aysever yên li dijî gotinên Hasan Îmamoglu, bavê Ekrem Îmamoglu weke sedema desteserkirinê hate nîşandan.
Bavê Ekrem Îmamoglû, Hasan Îmamoglû ji Sozcu TVyê re axivîbû û gotibû ku “Ji bo ku komunîzm neyê welatê me ez gelek têkoşiyam”. Aysever rexne li van gotinên Hasan Îmamoglû girtibû.
"Wan gotinên min berevajî kirin e"
Aysever, piştî ku li ser medyaya civakî weke hedef hat nîşandan, postek li hesabê xwe yê Xê weşand û diyar kir ku gotinên wî hatine berevajîkirin û ji rastiyê hatine dûrxistin û weha gotiye:
"Wekî her carê, wan gotinên min tahrîf kirin e. Min gotinên Hasan Îmamoglu şîrove kirin. Dema min got 'rastgir', mebesta min ew kes bûn ku yên dest datînin ser milkê dewletê, xwezayê talan dikin, oldarên sexte, kesên ku neteweperestiyê ji bo berjewendiyan bikar tînin û ew kesên ku bi îhaleyan dewlemend dibin. Yên ku min wekî 'çepgir' bi nav kirin ew kes bûn ku yên ji welatê xwe, mirov û ajalan hez dikin û diparêzin e, her weha ew kesên ku cîhanek wekhev, dadperwer û azad dixwazin e. Bi gotineke din, oldarên rastîn û welatparêzên dilsoz jî di vê pênaseyê de ne. Min tenê ji bo ramanek mînak nîşan da. Ew bêyî ku weşanê temaşe bikin ez hedef girtim. Ma ez matmayî mam? Na."
"Ew ê li Dadgeha Kuçukçekmeceyê îfadeyê bide"
Parêzerê Aysever li Rêvebiriya Emniyetê a Vatanê pê re civiya û got ku muwekîlê wî ji ber ku "di çarçoveya azadiya ramanê de rexneyek kiriy" hatiye desteserkirin.
Parêzer diyar kir ku beşek ji weşana YouTubeyê birîne û li ser medyaya civakî belavkirin e û ev jî bûye sedema wê yekê ku "têgihiştinek şaş" derkeve holê.
(EMK/AY)
