Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê, Emrûllah Acar bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Acarê ku di 19ê Çiriya Paşiyê de, polîsan ew li Rihayê desteser kiribû, îro li Meletiyê derketiye pêşberî heyeta dadgehê. Acar ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Meletiyê hatibû desteserkirin. Emrûllah Acar û Hîvda Sarilmaza ku li Çewligê ji ber heman lêpirsînê hatiye desteserkirin, pêşî îfade dane dozgeriyê. Dozgerî xwestiye ku Acar û Sarilmaz bi şertê kontrola edlî serbest bibin.
Bixwîne - Dema desteserkirinê ya rojnamager Emrûllah Acarî 4 rojan dirêj bûye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, heyeta dadgehê Acar û Sarilmaz bi şertê kontrola edlî serbest kiriye.
Acar piştî serbest bûye wiha gotiye: “Ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê 6 roj in desteserkirî bûm. Ji ber axavtina xwe ya bi rêya telefonê ya bi çavkaniyekî xwe re, ez tohmet kirim. Em rojnemeger in, di mehekê de em bi sedan kesan re bi rêya telefonê diaxivin. Kesek hatiye desteserkirin û vî kesî îdia kiriye ku qeyda hevdîtina me ya bi rêya telefonê, bi wî re heye. Ji ber vê yekê, 6 roj in min nikarî karê xwe bikim.
"Bêyî ku navberê bidim, ez ê karê xwe bidomînim"
"Em di mehekê de bi hezaran kesan re têkiliyê datînin. Bêyî ku em li nasnameya mirovan binêrin, em nûçeyên wan çêdikin. Ji îro û pê ve jî kî bibe bila bibe, bêyî ku em li nasnameya wan binêrin, em ê gef, zext û neheqiyên li wan tên kirin, bikin nûçe. Ez ê bêyî ku navber bidim, karê xwe bidomînim. Her çiqas ez bi şertê kontrola edlî hatibim berdan jî ez ê li Ajansan Mezopotamyayê (MA) karê xwe bidomînim. Ez spasiya kesên ku piştevaniya min kirin û parêzeran dikim."
Acar wê mehê carekê biçe qereqola polîsan û îmzeyê bide. (FD)