Fotograf: MLSA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
4em danişîna doza Dîndar Karataş, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê îro li 3êm Dadgeha Cezayê Giran a Erzîromê pêk hatiye. Dadgeha biryara beraetê ji bo Karataşî daye. Karataşî bi “endamtiya rêxistinê”dihat sûcdarkirin.
Rojnameger Karataşî li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, Erselan Aktan, parêzerê wî jî li 22em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi SEGBÎSê tevlî danişînê bûne. Îrfan Sari, parêzerên din yê Karataşî li salona danişînê amade bûye.
Dozger derbarê Karataşî de ji 5 heta 10 salan cezayê girtîgehê xwestibû. Karataşî li dijî daxwaza dozger parastina xwe kiriye û gotiye, nûçeyên ku min çêkirine bûye mijara sûcdar kirinê.
Li gorî MLSAyê ragihandiye ku Karataş destnîşan kiriye û gotiye, “Rapora min a li ser girtîgehan jî di dosyayê de cih digire. Ez jî li girtîgehê mam û tiştên ku di nûçeyan de derbas dibe, ji wan zêdetir ez rûbirû mam. Ev nûçeyana weke sûc tê hesibandin. Heta şeş mehan şopandina fîzîkî û teknîkî ya hatiye kirin. Xebata min a li ajansekê wekî ku ji bo rêxistinê dixebitim tê nîşandan. Ev ajans ajanseke fermî ye û ez hê jî li wir dixebitim”
Karataş destnîşan kiriye ku ew ê weke rojnamegerek di nivîsandina binpêkirinan de berdewam be û daxwaza beraeta xwe kiriye.
Piştî Karataş parêzerên Karataş jî parastina wî kirine û destnîşan kirine ku ji bilî nûçeyan tiştek di dosyaya muwelîlê wan de tuneye û daxwaza beraetê ya muwekîlê xwe kirine.
Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê derbarê Karataşî de biryara beraetê daye.
(HA/AY)