Karaman ji 11ê Mijdarê ve li nexweşxaneyeke Amedê li beşa nexweşên giran de dihat dermankirin. Rojnamager Dîlan Karaman duh 27ê Mijdara 2025an li Amedê koça dawî kir.
Karaman nivîskarê Kovara Jinê bû ûdi qada têkoşîna Kurdan û jinan de xebatên xwe yên siyasî didomand bi awayeke çalak dixebitî.
Di destpêkê de hate gotin ku Dîlan Karamanê krîza dil derbas kiriye û ji ber vê yekê miriye. Lêbelê piştre hate îdiakirin ku Karamanê xwe kuştî ye. Têkildarê vê Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê daxuyanîyek da û destnîşan kir ku ew ê pêvajoyê bişopînin.
Daxuyaniya baroyê weha ye:
Rojnameger Dîlan Karaman aktorekê çalak a têkoşîna azadiya jinan bû. Bi xemgîniyeke mezin em fêr bûn ku Dilan Karaman bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.
Karaman di 11ê Mijdarê ve di beşa nexweşên giran de dihat dermankirin. Mirina wê her çiqas ji raya giştî re weke “krîza dil” hatibe ragihandin jî baş tê zanîn ku tomarkirina piraniya mirinên bi guman ên jinan wekî "xwekuştin" ango "mirina ji nişka ve" rasterast bi atmosfera bêcezatî û dijmaniha li dijî jinan a li welatê me ve girêdayî ye.
Mafê jiyanê, yekparetiya bedenî û ewlehiya jinan di bin berpirsiyariya parastinê a dewletê de ye. Ji ber vê yekê, divê lêpirsîna li ser mirina Dilan Karaman demildest, bi şefafî û bi hûrgilî were meşandin; divê her kes û saziyên ku îhmalkar, berpirsiyar an jî têkildar bûne, werin eşkerekirin; û pêvajoyeke lêpirsînê ya bibandor, berfireh û serbixwe divê were meşandin.
Em careke din bi bîr dixin ku mirinên bi guman ên jinan ne bûyerên serbixwe ango şexsî ne; encama newekheviya zayendî a civakî, tundkariya sîstematîk û siyaseta bêcezayîtiyê ye. Di vê çarçoveyê de, em teqez dikin ku mirinên jinan ên wekî "xwekuştin" tên pêşkêşkirin jî polîtîk in.
Wek Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, em radigihînin ku em ê heta dawiyê pêvajoya mirina Dilan Karamanê bişopînin. Em ê ji bo lêpirsîneke bibandor were kirin piştgiriya yasayî ya pêwîst bikin. Em ê bi biryardarî li dijî mirinên bi guman ên ku gefê li mafê jiyanê yê jinan dixwe û hemû binpêkirinên mafan têkoşîna xwe bidomînin.
Em sersaxiya xwe pêşkêşî malbat, hezkirî, hevkar û hevalbendên Dilan Karamanê dikin.
NAVENDA MAFÊN JINAN A BAROYA AMEDÊ
Tevgera Jinên Azad (TJA têkildarî mirina biguman a Dîlan Karamanê daxuyaniya nivîskî da.
TJAyê di daxuyaniya xwe de weha got:
Em gelek xemgînin ku me yek ji kirdeyên çalak a têkoşîna azadiyê ya jinan Dîlan Karaman winda kir.
Daxuyaniya TJA’yê wihaye: “Hevala me Dîlan, ji 11’ê Mijdarê heta niha li beşa çavdêriya awarte têkoşîna jiyanê dida. Weke Tevgera Jinên Azad, ji roja ewil heta niha me rewşa wê ji her alî ve ji nêz ve şopand. Weke TJA’yê me çawa heta niha dev ji întîhar, mirinên jinişkave û mirinên biguman ên jinan bernedabe, em ê destûrê nedin ku mirina biguman a rêhevala me Dîlanê jî di tariyê de bimîne. Em, tundiya sîstematîk û necezakirinê qebûl nakin. Li hemberî her cureyên gefan ên li ser jiyana jinan, em ê têkoşîna xwe bi heman biryardariyê bidomînin. Em ê vê pêvajoyê jî heta dawiyê bişopînin.
Her weha Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî bi daxuyaniyekê got ku heta rewşa nediyar ji holê radibe dê bûyerê bişopînin. Bi domdarî wiha hate gotin:
“Mirinên biguman ên jinan ne bûyerên şexsî ne, encama newekheviya zayenda civakî, tundiya sîstematîk û polîtîkayên necezakirinê ne. Di vê çarçoveyê de, em dixwazin bibêjin ku mirinên jinan ên di bin navê ‘întîharê’ de tên pêşkeşkirin, polîtîk in.”
(AY)
