Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû 9 meh in girtî ye û di 18ê Kanûna Paşiyê de di duyemîn danişînê de jî tehlîye nebûbû. Muftuoglûyê dest bi greva birçîbûnê kir.
Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglûyê wiha got: “Weke rojnamegereke ku xebatên wê yên pîşeyî tên krîmînalîzekirin û hatiye hefskirin li dijî bêdengiyê dengê xwe bilind dikim.”
Peyama Muftuoglû wiha ye:
“Em di rastiya Tirkiyeyê ku herkesên difikirin, rastiyan dinivîsin tên girtin dijîn. Em dizanin ku tişta esas hatiye hefskirin û tecrîdkirin heqîqet e. Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li girtîgehan hatiye destpêkirin berdewam dike. Tecrîda li dijî azadiya îfadeyê, heqîqetê, demokrasiyê û azadiyê tê pêkanîn û tune hesibandin çavkaniya xwe ji polîtîkayên li Girava Îmraliyê tên meşandin digire.”
“Ji bo ev tarîtî were belavkirin divê tecrîd bê rakirin. Weke rojnamevaneke ku xebatên wê yên pîşeyî tên krîmînalîzekirin û hatiye girtin û bi awayekî şexsî encamên bêhiqûqiyê dîtiye, li hemberî bêdengiya hatiye afirandin dengê xwe bilind dikim. Ji bo ku heqîqet di tarîtiyê de nemîne ez bang li herkesê dikim ku dengê xwe bilind bikin.”
(HA/AY)