Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dîcle Muftuoglû, Edîtora Ajansa Mezopotamya û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê sê roj piştî desteserkirina xwe serbest bûye.
Dîcle Mûftûoglû bi tohmeta ku ji rojnamegerên girtî Nedîm Tûrfent û Ziya Atamanî re pere şandiye hatibû desteserkirin. Duh di saetên sibê biribûn Edliyeya Amedê.
Muftuoglû li Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê îfade daye Dozgeriya Komarî ya Wanê. Dozgeriyê jî bi daxwaza şertê kontrola edlî ew sewqî Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Nobedar a Wanê kiriye.
Mûftûoglûyê li vir têkildarî îddiayan parastina xwe kiriye û diyar kiriye ku dema ew Midûra Karên Nivîsê yê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê bûye Nedîm Tûrfent û Ziya Ataman nas kiriye û wê ji bo piştevaniyê ji hevalên xwe yên rojnameger re pere razandiye.
Dadgeriyê jî bi şertê kontrola edlî Muftuoglûyê serbest berdaye. (HA/AY)