Fotograf: MA (Arşîv)
Rojnameger Davût Ûçarê ku duh li Stenbolê hatibû desteserkirin, bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Duh, li gorî lêpirsînnameya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê amade kiriye, li Stenbolê polîsan li 15 navçeyan bi ser 28 malan de girtibûn û rojnameger Davut Uçar û Kesire Onel jî di nav de gelek kes desteser kiribûn. Li gorî zanyariyan bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” biryara zeftkirina Ûçarî derketiye.
Ûçar piştî îfadeya xwe li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê daye, şandine Adliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Ûçarî li vir derketiye pêşberî heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 23yem. Heyetê bi şertê kontrola edlî, Ûçar serbest hiştiye.
Çi bûbû?
Li Stenbolê polîsan li 15 navçeyan bi ser 28 malan de girtibûn û rojnameger Davut Uçar û Kesire Onel jî di nav de gelek kes desteser kiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di encama serdegirtinan de 19 kes hatibûn desteserkirin ku yek ji wan Cihan Yavuz, Alîkarê Şaredarê Şişliyê ye.
Ajansê diyar kiribû ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê lêpirsînnameyek derbarê “PKK/KCK”yê de amade kiriye û ji bo 25 kesan biryara desteserkirinê daye.
Ajansa Mezopotamyayê jî ragihandibû ku rojnameger Davut Uçar û Kesire Onel din ava desteserkiriyan de ne.
Li gorî MAyê kesên ku hatibûn desteserkirin ev in:
Alîkarê Şaredarê Şîşliyê Cîhan Yavûz, endama Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, rojnamevan Davût Ûçar û Kesîre Onel, endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbat û Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) Alaattîn Altintaş, Hevseroka Partiya Demor HDPê ya Navçeya Uskudarê ya berê Erşan Ongulu, Mehmet Karadag, Muhsîn Demîr, Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) Husnu Taş û rêveberên komeleyê Muhlîs Bozdemîr, Nazim Adiguzel, Yusuf Çelîk, Emîne Kaya. (FD)