Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
34emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, nûçegihana Dîkenê Canan Coşkun û qunciknivîsê rojnameya Cumhuriyetê Bariş Pehlîvan beraat kiriye. Coşkûn û Pehlîvan ji ber ku Doza DIAYDERê kiribûn nûçe doz li wan hatibû vekirin.
Akin Gurlek ji dadweriya cezayê giran weke cîgirê Wezîrê Dadê hatibû tayînkirin. Rojnameger Canan Coşkun û Bariş Pehlivan bi tohmeta ku Gurlekî “hedef nîşandane” dihatin darizandin. Herdu rojnamegeran beraet kirine.
Rojnamegerên ku bi 3 salan cezayê girtîgehê dihatin darizandin, li gorî xala 223-2a ya Qanûna Cezê beraet kirine.
(AS/AY)