Rojnameger Cîhan Berk hat desteserkirin
Nûçegihanê PÎRHAyê Cîhan Berk li Dêrsimê hat desteserkirin. Her weha heta niha diyar nebûye ku Cîhan Berk ji ber çi hatiye desteserkirin.
Polîsan vê sibê li Dêrsimê bi ser mala Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Pîr (PÎRHA) Cîhan Berk de girt û ew desteser kirin.
Li gorî nûçeya agahiyan polîsan Berk birine Rêvebiriya Emniyetê a Dêrsimê.
Her weha heta niha diyar nebûye ku Cîhan Berk ji ber çi hatiye desteserkirin.
"Hevkarê me hate desteserkirin"
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Fıratê li ser mijarê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da:
"Nûçegihanê PÎRHAyê Cîhan Berk di saetên sibê de li Dêrsimê dii serdegirtina malê de hat desteserkirin. Sedema desteserkirina wî nayê zanîn û diyar bûye ku Berk birine midûriyeta emniyet3e. Em desteserkirina hevpîşeyê xwe Cîhan Berk şermezar dikin û divê demildest were berdan."
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.