Piştî ku midûrê karûbarên nivîsan ê halktv.com.tryê Dînçer Gokçeyî hate desteserkirin û ew serbest berdan, nivîskarê T24ê Tolga Şardan hate grtin, niha jî nivîskarê malpera Kısa Dalgayê Cengîz Erdînç hate desteserkirin.
Polîs çûne mala Erdînçî ya li Ayvalikê, navçeya Balikesîrê ye û dest danîne li ser kompüter û telefona wî ya bêrîkan û wî ji Ayvalikê dibin Enqereyê.
Rojnameger Erdînçî derbarê rapora MITê de ya ji bo saziyên dadê nivîsandiye û bûye sedema girtina Tolga Şardanî, peyamek weşandibû. Erdînçî gotibû: “MIT ji ber xwe raporê ji Erdoganî re amade nake. Di 11ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de di nava MITê de beşek ji bo sûcên birêxistinkirî hate avakirin. Pêvajoya piştî daxuyaniyên Pekerî jî tê de gelek bûyer û operasyon, têkildarî vî beşî ne. Li Enqereyê bi kêmanî du meh in amadekariyeke mezin tê kirin ku heşt dozger ji bo wê kar dikin û em dikarin jê re bibêjin “maka operasyonan e.” Min gelek caran bi taybet Edliyeya Bakirkoyê nîşan da û anî ziman, lêpirsîneke ku wê bigihêje hin rêveberiyên herêmî û daîreyên îcrayê. Li gorî nêrîna min, ji bo pêşiyê li vê lêpirsînê bigire daxwaznameya Îsmaîl Ûçarî di bin destan de dan çapemeniyê ku qet behsa Çaglayan û Bakirkoyê nedikir. Beriya hilbijartina herêmî wê kî bibe stêrka operasyona îhtimal e bê kirin?”
(HA/FD)