Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Rojnameger û Şêwirmenda Projeyên bianet’ê Nadire Mater, Tugrul Eryilmaz, Hasan Cemal û Mehmet Guç Ozgur ji ber ku beşdarê kampanyaya “Nobedariya Weşanê” ya ji bo hevgiriya bi Ozgur Gundemê re bûne niha li Dadgeha Çaglayanê îfade didin.
Parlementerê CHPê Sezgin Tanrikulu û Parlementera HDPê Huda Kaya jî ji bo piştgirîdayînê hatin dadgehê.
Ewil Mehmet Guç û Hasan Cemal çûn îfade dan dozger.
Cemal: Di 1993an de jî ji min re lêpirsîn nehatibû vekirin
Hasan Cemal di îfadeya xwe de wiha got:
“Ez 3 sal in di di rûpela nûçeyan T24ê de weke rojnameger dixebitim û nivîskar3e R3upelê me. Di 15ê Hezîrana 2016an de ji bo rojekê tenê ez bûme Berpirsê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê. Ez 47 sal in rojnameger im. Ji nûçegihantiyê bigre heta berpirsê weşana giştî min gelek xebatan kiriye. Min Berpirsyariya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê jî bo hevgiriyê qebûl kir. Li gorî min rojnamegerên tirk çiqas azad bin, d,vê rojnamegerên kurd jî ewqas azad bin. Belê ez bûme Berpirsê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê lê ev nayê wê wateyê ku her nûçeya di nav rojnameyê de ez qebûl dikim. Lêbelê li gorî min di çarçoveya azadiya ramanê de li gorî min divê her kes fikr û ramanên xwe bîne ziman. Di nav 47 salan de ez weke rojnameger bûm şahidê her serdem, geşedan û astên pirsgirêka kurd. Ez bi xwe çûme Qendîlê û min li wir bi rêvebirên rêxistinê bi xwe re hevdîtinan pêk anîn. Di sala 1993an de li Bekaayê ez bi Abdullah Ocalan re axivîm û piştî van hevdîtin û xebatên min jî her çiqas derbarê min de hin gotegot çêbibû jî ti lêpirsîn nehatibûn vekirin. Mebesta xebatên min ên rojnamegeriyê jî gihiştina aştiyê ye. Ez van sûcên ku hûn li bar dikin qebûl nakim.”
Guç: Ew nûçeyana di çarçoveya azadiya ramanê de ne
Di 15ê Hezîrana 2016an de ji bo rojekê tenê ez bûme Berpirsê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê. Ew nûçeyên ku hûn behsê dikin li gorî min di çarçoveya azadiya ramanê de divê were dîtin. Gelek nivîskar û rojnamger beşdarî kampanyaya hevigiriya bi Ozgur Gundemê re bûn. Min jî van nûçeyan ji çapemeniyê dişopandin. Rojek ji Ozgur Gundemê li min jî geriyan û min jî qebûl kir. Ez wan sûcên ku hûn li min bar dikin qebûl nakim. Belê ew nûçeyên ku di rojnameye de hat weşandin min dîtibûn lê dema rojname dihat çapkirin ez ji wir zûda çûbûm.”
Mater: Ez ji hevgiriyê çûm
Nadire Mater raporên Çavdêriya li Medyayê ya Biayê ku ji 2001an vir tên amadekirin û pirtûka azadiya xwe îfadekirinê ku ji Weşanên Weqfa Ragihandinê ya IPSe derketiye da dozger de û di îfadeya xwe de wiha got:
“Ez rojnameger im û Seroka Lijneya Rêveberiyê ya Weqfa Ragihandinê IPSê me. Herwiha di heman demê de li bianet.orgê weke şêwirmend dixebitim. Ez ji bo hevgiriya bi rojnamegeran re çûme Ozgur Gundemê. Ji bo rojekê li wir bûm berpirsa weşana giştî ya rojnameyê. Li gorî min mafê gel heye ku bi agahî û nûçeyan agahdar be û mafê rojnamegeran jî heye ku nûçe çêbike û ez bi vê mebestê beşdarê kampanyayê bûm. Lêbelê ew derfetên min nebûn ku ez hemû nûçeyên weşandî konrol bikim. Li gorî min ev nûçeyên weşandî divê di çarçoveya azadiya ramanê û rojnamegeriyê de were nirxandin. Ez van sûcana qebûl nakim.”
Eryilmaz: Mafê gel heye ku bi agahî û nûçeyan agahdar be
Tugrul Eryilmaz di îfadeya xwe de wiha got:
“Nêzî 40 sal in ez rojnamer im û endamê lijneya etîkê ya cemiyeta rojnamegeran im. Ez ji bo hevgiriya bi rojnamegeran re çûm Ozgur Gundemê. Mafê gel heye ku bi agahî û nûçeyan agahdar be. Ji bo vê yekê ez beşdarê kampanyayê bûm. Ferasta min a rojnamegeriyê wiha ye.”
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin. bû?
(NV/YO)