VÎDEO-NÛÇE
"Rojnameger bi derketina Qanûna Sansûrê re hatin girtin lê beriya wê jî dihatin girtin"
!["Rojnameger bi derketina Qanûna Sansûrê re hatin girtin lê beriya wê jî dihatin girtin"](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/269/301/original/rojnameger.jpeg)
Vîdeo: Mîr Alî Koçer
Li gorî rapora ku Komeleya Xebatên Medyayê û Hiqûqê (MLSA) di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yê de weşandiye, li Tirkiyeyê bi kêmanî 65 rojnameger girtî ne. Di 6 mehên dawiyê de 32 rojnamegerên ku di çapemeniya kurdan de kar dikirin, hatine desteserkirin, ji van 25 rojnameger jî hatine girtin.
Di 20ê Çiriya Pêşiyê de polîsan li 9 bajaran avêtibûn ser ofîsên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê û rojnamegerên li van herdu ajansan kar dikin. 12 rojnameger desteser kiribûn. Nûçegîhana Jinnewsê Derya Ren, ji ber ku di dosyayeke din de cezayê lê hatibû birîn, pesend bûbû, yekser girtin û şandin girtîgehê. Her weha rojnameger Zemo Aggoz, ji ber ku pitika wê ya 48 rojî hebû, bi şertê kontrola edlî serbest bû. Midûra Nûçeyan a MAyê Dîren Yûrtsever, nûçegîhan Emrûllah Acar, Bêrîvan Altan, Selman Guleryuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînli î Hakan Yalçin, nûçegîhanên Jinnewsê Oznûr Deger û Habîbe Erenar hatibûn girtin.
Nûçegîhana Ajansa Jinnewsê Medya Uren û Parêzera Baroya Amedê Pîrozxan Karalî derbarê zext û pêkûtiyên li ser rojnamegeran de axivîn.
Bixwîne - CPJyê ji Tirkiyeyê xwestiye tacîza li ser çapemeniya kurdan bi dawî bike
Bixwîne - 11 Rojnamegerên desteserkirî birine Enqereyê û dema desteserkirina wan dirêjkirine
(MAK/FD)
VÎDEO-NÛÇE
Rojnameya Xwebûnê: Di çapemeniya Kurdan de kevneşopiyek 28 salan
![Rojnameya Xwebûnê: Di çapemeniya Kurdan de kevneşopiyek 28 salan](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/271/651/original/Adsız_tasarım_(13).jpg)
VİDEO - NÛÇE
DFG û MKGP: Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e
![DFG û MKGP: Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/271/540/original/diyarbakir-12.jpeg)
Sînan Çîftyurek: Êrîşên Tirkiyeyê wê bi xwe re encamên neyînî bîne
![Sînan Çîftyurek: Êrîşên Tirkiyeyê wê bi xwe re encamên neyînî bîne](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/271/407/original/14-12-22-seroke-gisti-ye-kkpe-sinan-ciftyurek-_(2).jpg)
Li Amedê çalakiya li dijî tecrîdê | Polîsan parlamenter dorpêç kirin
![Li Amedê çalakiya li dijî tecrîdê | Polîsan parlamenter dorpêç kirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/271/280/original/amedd.jpeg)
Hêzên emniyetê dikarin di saetên şevê de bi ser malan de bigirin?
![Hêzên emniyetê dikarin di saetên şevê de bi ser malan de bigirin?](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/269/631/original/serdegirtin.jpeg)