Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûçegîhana Jinnewsê Berîtan Canozer serbest bûye.
Rojnameger Berîtan Canozera ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de di 25ê Nîsanê de hatibû desteserkirin û tevî 4 hevalên xwe hatibûn girtin.
Derheqê Canozer de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianameya hatibû amadekirin û îdianame ji hêla 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatibû qebûlkirin. Şandeya dadgehê li ser dosyayê lêkolîna girtîbûnê kir û ji bo Canozer biryara berdana bi şertê kontrola edlî daye.
Di biryara tehliyeyê de delîlên şênber tunene ku rewşa delîlan biguhere, delîlên şênber ên ji bo îxtîmala wesfa sûcê pê tê tawanbarkirin nînin û tu delîlên şênber nînin ku Canozer bireve yan jî delîlên heyî tune bike.
Tê payîn ku piştî biryar ji girtîgehê re hatiye şandin dê Canozer were berdan.
(EMK/AY)