Fotograf: MA
Berîtan Canozer, nûçegîhana Jinnewsê ya ku di 5ê Nîsanê de tevlî 22 jinan li Amedê polîsan ew desteser kiribû, bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Canozer û 22 jin di encama lêpirsînekê de desteser bûbûn ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê bi rê ve dibir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Canozer tevlî 14 jinan piştî îfadeyên wan ên li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê wergirtine birine edliyeya Amedê,
Satiye Ok, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Meclîsên Jinan ên Sosyalîst, Gurbet Ozel, Şêwirmenda Çapemeniyê ya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosûnê, Nûrşen Akbal, Leyla Akgul, Ayşe Kanûş Zengîn piştî îfade dane dozgerî bi daxwaza girtinê ew şandine dadgehê.
Dadgehê Berîtan Canozer, nûçegîhana Jinnewsê bi şertê kontrola edlî serbest hiştiye.
Dadgehkirina jinên din dewam dike. (FD)