Fotograf: Odatv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bariş Terkoglû, Midûrê Nûçeyan ê Odatvyê û rojnameger Hulya Kilinç piştî îfade dane dozgeriyê 4em Dadgeriya Silh û Cezayan a Stenbolê biryara girtina wan daye.
Polîsan duh (4ê Adarê) bi ser mala Terkoglûyî de girtibûn û ew biribûn Şûbeya Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Piştî Terkoglûyî rojnameger Hulya Kilinç jî li Manîsayê hatibû desteserkirin û ew anîbûn Stenbolê.
Li gorî nûçeya Odatvyê, dozgeriyê saetên dereng ên şevê îfadeya wan li Adliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê wergirtiye û dadgeriyê jî biryara girtina Terkoglû û Kilinçê daye.
Bariş Terkoglû birine Girtîgeha Sîlîvriyê, Hulya Kilinç jî birine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.
Ji ber nûçeyekê hatine girtin
Odatvyê aşkere kiriye ku biryara desteserkirinê ji ber weşandina nûçeya bi navê “Odatv dîmenên binaxkirina cenazeyê endamekî MITê, şehîdê Libyayê bi dest xistiye ku bi bêdengî û bê merasîm hatiye binaxkirin” hatiye dayîn. Li gorî nûçeya Odatvyê endamekî MITê li Libyayê miriye lê navê wî nehatiye aşkerekirin û li Tirkiyeyê hatiye binaxkirin.
Di heman nûçeyê de Odatvyê diyar kiriye ku Bariş Terkoglû bi van sûcan dihate tohmetkirin:
* Belge û zanyariyên derbarê xebatên îstixbaratê de bi dest bixe (Xala 27/1yê ya Qanûna Xizmetguzariya İstixbaratên Dewletê û Rêxistina Îstixbarata Netewî ya hejmar 2937ê)
* Bibe sebep ku belge û zanyariyên derbarê xebatên îstixbaratê de bi dest bixe (Xala 27/2yê ya Qanûna Xizmetguzariya İstixbaratên Dewletê û Rêxistina Îstixbarata Netewî ya hejmar 2937ê)
* Belge û zanyariyên derbarê xebatên îstixbaratê de aşkere bike (Xala 27/3-1yê ya Qanûna Xizmetguzariya İstixbaratên Dewletê û Rêxistina Îstixbarata Netewî ya hejmar 2937ê)
(EKN/TP/FD)