Nivîskar û bernamegerê Halk TVyê Bahadir Ozgurr hat desteserkirin.
Rêvebera Weşanê ya Giştî ya halktv.com.tryê Bengu Şap Babaekerê agahiya desteserkirinê li ser hesabê xwe yê Xê bi gotinên “Bahadir Ozgur tê desteserkirin” ragihand.
Ozgur îdîaya ku “nihêniya lêpirsîna fonê binpê kiriye” hat desteserkirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve tê birêvebirin.
Rojnameya Evrenselê nivîsî ku polîsan Ozgur birine Emniyeta Vatanê. Rojnameger Hakki Ozdal jî gotiye ku îfadeya Bahadir Ozgur a li emniyetê bi dawî bûye û dê di saetên sibehê de bibin adliyeyê.
Her weha hesabê Xê ê Bahadir Ozgur ku 163 hezar şopînerên wê hene (@bahadir_ozgr) hat astengkirin. Ev hesab hîn ji aliyê platforma Xê ve ji bo bikarhênerên li Tirkiyeyê nehatiye reş kirin.
Lîsteya di lêpirsînê de kiribû nûçe
Bahadir Ozgur di nûçeya xwe ya 13ê Cotmehê de diyar kiribû ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê lîsteya tedbîrê ya mal û mulkên 141 kesan ku di nav wan de wezîra berê Fatma Betul Sayan Kaya û hevjînê wê İlyas Kaya jî hene, ji saziyên peywendîdar re şandiye.
Ozgurr nivîsîbû ku serdozgeriyê di 13ê Cotmehê de nivîseke nû şandiye û ragihandiye ku navên 29 kesan di lîsteyê de ‘bi xeletî’ cih girtine û diyar kiribû ku di nav van kesan de Enver Çevik û Kemal Akkaya jî hene.
Serdozgeriyê ragihand ku wan ev rewş bi nivîseke nû rast kiriye û tedbîrên li ser mal û mulkên 109 kesan berdewam dikin.
(VC/AY)





