Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Aydin Engînê ku duh di 82 saliya xwe de çû ber dilovaniya xwe, îro hatiye binaxkirin. Aydin 53 salan rojnamegerî kir û mohra xwe li karê rojnamegeriyê xist.
Aydin emeliyat bûbû lê rewşa jî nebaş bûbû û miribû. Rojnameger Aydin Engîn li Goristana Çengelkoyê ya Stenbolê hatiye binaxkirin.
Ji ber ku Engînî bi xwe nexwestiye û ji ber pandemiyê merasîma cenazekirinê pêk nehatiye. Li gel nas û dosên wî û malbata wî, ji HDPyê Mîthat Sancar, Huda Kaya, Garo Paylan, Sirri Sureyya Onder, ji CHPyê Sezgîn Tanrikûlû, ji TIPê Ahmet Şik, hempîşeyên wî Mûrat Sabûncû, Şîrîn Payzin, Mehmet Yilmaz, Metîn Solmaz, Umît Kivanç, Erol Onderoglû, Farûk Eren, Tûrhan Gunay, Bulent Ozdogan, Hîlmî Hacalogû, Mûrat Merîç, Bulent Mûmay û xebatkarên T24ê beşdarî merasîmê bûne.
Bixwîne - Rojnameger Aydin Engîn çûye ber dilovaniya xwe
Baydar: Min nedizanî ku ewqas kes jê hez dikin
Piştî merasîmê Oya Baydar, hevjîna Aydin Engînî axiviye û wiha gotiye: "Min jî nedizanî ku ewqas kes ji Aydinî hez dikin. Ez dibêjim qey hinek jî gelek hêrs dibûn. Ez dibêm qey wî bitîda, bihîsta û hest pê bikira bê ka ji duh de bi pêleke çawa a hezkirinê hatiye oxirkirin, ez dibêm wê ji vê kêfxweş biba. Me nexwestibû tiştekî bikin, heta me nexwest were bihîstin. Wî dê bixwesta ku wiha bibe lê ez dibêm qey wê paşê kêfa wî ji vê pêla hezkirinê re bihata. Ez spasiya her kesî dikim, we me bi tenê nehişt." (HA/FD)