Edîtora mafên mirovan ya bianetê rojnameger Ayça Soylemez ji ber giliyê Cîgirê Wezîrê Dadê Akin Gurlek îro derket pêşberî dadger.
Soylemez bi parêzerê xwe Guçlu Sevimlî re beşdarî danişîna li 29em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bû.
Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tirkiyeyê Erol Onderoglû danişîna dozê şopand.
Sedema dozê jî gotara bi sernavê "Dadwerê jêhatî" ya ku Soylemez di 18ê Sibata 2020an de li BirGûnê nivîsandiye bû. Söylemez bi tohmeta 'kesên ku beşdarî têkoşîna li dijî terorê bûne hedef nîşan daye' tê sûcdarkirin.
Soylemezê di gotara navborî de diyar kiriye ku Akin Gûrlekê ku wê demê serokê dadgeha cezayên giran li Stenbolê bû, rojnameger Canan Coşkun, seroka CHPê ya bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglu, Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Seroka Yekitiya Tabîbên Tirkiyê(TTB) Şebnem Korur Fincanci, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Akademîsyenên Aştiyê û rêveber, nivîskar û xebatkarên Rojnameya Sozcuyê dadgeh dike.
Soylemezê piştî tespîtkirina nasnameyê diyar kir û got,”Hemû nivîsên min di çarçoveya azadiya derbirînê de ne.
Dozger ceza xwest
Piştî parastina parêzeran serokê dadgehê Yusuf Polat ji dozgerê danişînê Egemen Savun xwest ku nêrînê bide.
Savûn di nêrîna xwe de diyar kir ku Akîn Gurlek mexdûr e û xwest Soylemez bê cezakirin.
Li ser vê yekê parêzera Soylemez Sevimli, ji bo parastina li dijî vê nêrîna dozger dem xwest.
Dadgehê danişîn taloqî saet 10.00ê 19ê Adara 2024an kir.
(HA/AY)