Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Sîbel Yukler û Firat Can Arslan li Enqereyê, Delal Akyuz li Îzmîrê û Evrîm Denîz li Amedê hatin desteserkirin. Piştî îfadeyên wan yên li emnîyetê êvarê birin edlîyeyê.
Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Akyuz û Denîz sewqî dadgehê kir. Her weha dozger bê yî ku îfadeya Yukler û Arslan bigire ew sewqî dadgehê kirin.
Rojnameger Yukler, Denîz û Akyuz bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Arslan bi tohmeta ku “Kesên ku di têkoşîna dije terorê de wezîfedar bûye, hedef nîşan daye(TMK-6/1)” hat girtin.
2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Amedê ji bo biryara girtina Firat Can Arslan gotiye şertê kontrola edlî kêm dimîne.
Parêzer Nuray Ozdogan a ji bianetê re axivî û got, piştî îfadeyên rojnamegeran bi dawî bûn, birin edliyeyê.
Ozdogan diyar kir ku li gorî biryara dozger îfadeya rojnamegeran yan wê bi SEGBÎSê bê girtin an jî dê bibin Amedê.
Ozdogan daye zanîn ku rojnameger bi tohmeta ku "kesê ku di têkoşîna li dijî terorê de wezîfedar e hedef nîşan daye" hatine desteserkirin.
Parêzer Ozdogan destnîşan kiriye ku tenê pirsek ji rojnamegeran pirsîne û got, "Ji Sîbel Yuklerê pirsîn ku ji ber çi te posta Firat Can Arslan RT kiriye û ji Fırat Can Arslan pirsîne ku ji ber çi ev parvekirina kiriye."
(RT/AY)