Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alptekîn Dûrsûnoglû, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê malpera Yakin Dogû Haberê bi sedema hin parvekirinên li ser medyaya civakî hatiye girtin. Dûrsûnoglû bi tohmeta ku bi mesajên xwe yên li ser medyaya civakî “dijminatî û kîndariyê di nava gel de ava dike” hatiye girtin.
Malpera Yakin Dogû Haberê bi weşana xwe ya mixalîf tê naskirin ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê Sûriyeyê de rexne dikir.
Dûrsûnoglû roja 29ê sibatê hatibû desteserkirin.
Sendîkaya Basin-İşê ya DİSKê li ser hesabê xwe yê Twitterê li dijî biryara girtinê ya Dûrsûnoglûyê derketiye û wiha gotiye: “Alptekîn Dûrsûnoglû, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê malpera Yakin Dogû Haberê hatiye girtin. Dûrsûnoglû duh bi şev li mala xwe hatiye desteserkirin. Ew bi tohmeta ku ‘weşaneke ne li gorî polîtîkaya desthilatdariyê ya derbarê pêşketinên li Sûriyeyê dimeşîne û mafê agahdarkirina gelî parastiye’. #RojnamegerîNeSûce.”
Derbarê Alptekîn Dûrsûnoglûyî de
Rojnameger, nivîskar. Berpirsê Giştî yê Weşanê yê malpera Yakin Dogû Haberê. Şerê Cîhanê yê Çarem û Rojhilata Navîn, Rêkeftina Stratejîk Çîroka Têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê û hin ên din nivîsandiye. (HA/FD)