Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger-nivîskar Ahmet Tulgarî koça dawî kiriye. Duh, Tulgar dema li mala xwe ya li Ataşehîrê, navçeya Stenbolê bûye, dilê wî sekiniye û digel hemû midaxeleyan, ew miriye.
Tulgar 63 salî bû. Cenaseyê Tulgarî birine Nexweşxaneya Acibademê ya li Ataşehîra Rojava. Tulgar herî dawî pêr bi şev, di Gazete Duvarê de nivîsek li ser mirina pêşkêşkar û rojnameger Halît Kivançî weşandibû.
Derbarê Ahmet Tulgarî de
Rojnameger-nivîskar e. 35 sal in karê rojnamegeriyê dikir. Di sala 1959ê de li Stenbolê jidayik bûye.
Piştî Lîseya Awistiryayê ya Sankt Georgî qedandiye, li Zanîngeha Vienê Beşa Zanista Siyasetê û li Zanîngeha Bogaziçiyê jî Beşa Edebiyat û Zimanê Ingilîzî xwendiye. Bi tohmeta ku bi rêya weşanê propagandaya komunîzmê kiriye, di navbera salên 1984 û 1987ê de hatiye girtin.
Di sala 1987an de di Koma Kovaran a Sabahê de dest bi rojnamegeriyê kiriye û di Guneş, Nokta, Milliyet, Akşam, Vatan, Birgün, Cumhuriyet, Show TV, Hayat TVyê de weke nûçegîhan, nivîskar, rêveber û programçêker kar kiriye. Di bianet, Birgün, Evrensel, Evrensel, Radikal, Birikim û Tîrojê di nivîsên wê hatin weşandin. Li Atölye BIAyê ya bianetê dersên rojnamegeriyê dan. Herî dawî di Gazete Duvarê de dinivîsî.
Bi dehan pirtûkên wî hatine weşandin. (HA/FD)