Nûçegihanê Ajansa Mezopotayayê (MA) Ahmet Kanbal di serdagirtina mala xwe ya li Mêrdînê de hate desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdagirtinê de polîsan dest danî ser telefon û komputera Kanbal.
Her weha sedema desteserkirinê nehatiye zanîn û Kanbal birine Şaxa TEMê ya Rêveberiya Polîsan a Mêrdînê. (AS/AY)