Piştî ku 3 sal û nîv cezayê li Rojnameger Ahmet Ayva hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, derbarê Ayva de biryara zeftkirinê hatiye dayîn û Ayva ji ber biryarê hat desteserkirin.
Di sala 2018an de bi îdiaya “heqaret li Erdogan kiriye” derheqê rojnameger Ahmet Ayva de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştre di pêvajoya dozê de veguherandin “propagandaya rêxistinê.” Ji bo Ayva 3 sal û nîv ceza dihat xwestin û piştî erêkirina ceza, hate girtin.
Basîn-Îş: "Ayva li Qereqola Fulyayê ye"
Sendîkaya Basin-Îşê a girêdayî DÎSKê ku Ayva jî endama wê ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir ku "Rojnameger di dema kontrola GBTê de hat desteserkirin û birin Qereqola Fulyayê." Basîn-Îşê diyar kir ku li bendê ne Ayva danê sibê bibin Edliyeya Çaglayanê. Her weha sendîkayê banga piştgiriyê ji hempîşeyên xwe xwest.
(AEK/AY)