Fotograf: MLSA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameger Abdûrrahman Gok bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” û propagandaya rêxistinê kiriye” li Dadgeha Cezayê Giran a 5an a Amedê îro hatiye dadgehkirin. Dadgehê axavtinên wî yên bi rêya telefonê bi çavkaniyên nûçeyan re kirine, mesajên wî yên li ser medyaya civakî û nûçeyên wî kiribû sedem û doz lê vekiribû.
Heyeta dadgehê dosye şandiye dozgeriyê da k nêrîna xwe pêşkêş bike.
Gokî di Newroza Amedê ya 2017an de fotografên dema Kuştina Kemal Kûrkûtî kişandibûn. Polîsan gule bera Kûrkûtî dabûn û wî di wê demê de can dabû.
“Ne tiştekî veşartiye ku min fakulteya ragihandinê qedandiye”
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye, Gok tevlî parêzerên xwe Resûl Tamûr û Mehmet Emîn Aktarî beşdarî danişînê bûye. Her weha Dîcle Muftuoglû, Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê û rojnameger jî di dema dadgehkirinê de doz şopandine.
Heyeta dadgehê îdiayên şahidê nepenî yê bi navê “Sabir” ji Gokî pirsine ku gotiye “Kemal Kûrkût endamê rêxistinê ye, Gok bi fermanên ku Qendîl didiyê nûçeyan amade dike û fotografan dikişîne”.
Gokî gotiye ku ew gotinên şahidê nepen qebûl nake û ew gotin derew in, ne rast in.
Abdûrrahman Gokî ji bo gotinên heman şahidî yên ku gotiye “Gok rojnameger e û wî fakulteya ragihandinê qedandiye” ev bersiv daye:
“Şahid dizane ez rojnameger im û ji fakulteya ragihandinê mezûn bûme. Ev agahî ne veşartî ne. Her kesê ku bixwaze dikare li ser înternetê bidest bixe.”
“Ji ber fotografên Kemal Kûrkûtî kişandiye tê dadgehkirin”
Mehmet Emîn Aktar, parêzerê Gokî diyar kiriye ku di gelek dozan de ew rastî îfadeyên şahidê nepen tên û ev karesatek e. Aktarî gotiye ku di vê dosyayê de jî heman rewş heye û divê gotinên şahidên nepen neyên qebûlkirin. Aktarî aniye ziman ku miwekîlê wî ji ber fotografên kuştina Kemal Kûrkûtî kişandiye tê dadgehkirin û gotiye, “Ev doz doza dijminatiyê ye.”
Parêzer Resûl Tamûrî jî diyar kiriye ku şahidê nepen gotiye, Gokî di salên 2016-2017an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ser navê rêxistinê xebat meşandiye, lê wê demê miwekilê wî ji bo karê rojnmegeriyê li Iraqê bûye. Tamûrî belgeya vî tiştî pêşkêşî heyeta dadgehê kiriye.
Tamûrî di dewama axavtina xwe de aniye ziman ku şahidê nepen yê bi navê “Sabir” heman îdia derbarê miwekîla wî rojnamevan Semîha Alankûşê de jî gotibû û 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara beraetê daye Alaknûşî. Tamûrî xwestiye ku îfadeyên şahid neyên qebûlkirin û biryara beraetê ya Alankûşê pêşkêşî heyetê kiriye.
Dozgeriyê xwestiye ku ji bo nêrîna xwe pêşkêş bike, dosyayê ji wan re bişînin. Heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl kiriye û biryar daye ku dadgehkirin di 30ê Îlonê de dewam bike. (AS/FD)