Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokkomarê Almanyayê, Frank-Walter Steinmeierî diyar kir heke hevpeyman têk biçe jî divê Amerîka û pênc dewletên hevpeymanên wê li ber çavên xwe bînin ku “Rojhilata Navîn nikare xwe li ber şerekê dî bigire.”
Serokkomarî da zanîn ku Amerîka di wê tevgerê de ye ku dibêje “bila her kes li careseriya xwe binêre.”
Frank-Walter Steinmeierî ji televizyona Almanyayê ya dewletê re duhî gotiye.
“Ya rastî ji ber nûçeyên li aliyê dî yê Atlantîkê ez di fikarê de me.
Astengkirina şerekê
Serokkomarî daye zanîn ku dema serokwezîrê wê demê yê DYAyê, John Kerriyî gotiye “bêguman e ku me ev hevpeyman ji bo astengkirina şerekê mihtemel îmze kir.”
Amerîka dê îmze bike
Serokê Amerîkayê Donald Trumpî diyar kir ku heke tiştên guhertinê bêne guhertin ew amade ye di 12ê Gulanê de ji bo dirêjkirina hevpeymanê îmzeyê biavêje. (ŞA/MB)
Çavkanî: Deutsche Welle