Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
46 roj man ku ji bo Hilbijartina Serokomariyê ya 13an û ya Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 28an.
Îro lîsteya namzetan a demkî ya Serokomariyê di Rojnameya Fermî de weşiya. Saet di 08.00ê de pêvajoya îtîrazan destpê kiriye.
Li gorî biryara Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, serlêdana Kemal Kiliçdaroglû û Recep Tayyîp Erdoganî ya ji bo namzetiya serokomariyê hatiye qebûlkirin.
Her weha ji ber ku ji 100 hezarî zêdetir îmzeyên hilbijêran kom kirine, Mûharrem Înce û Sînan Ogan jî bûne namzet.
Heta saet 17.00ê 29ê Adara 2023yan wê îtirazên li dijî lîsteya namzetan a demkî bên qebûlkirin.
DEVA li dijî namzetiya Erdoganî derketiye
Berdevkê Partiya DEVAyê Îdrîs Şahînî aşkere kiriye ku li dijî namzetiya Recep Tayyîp Erdoganî wan serî li Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) daye.
Her weha Sekreterê Giştî yê Partiya Memleketê Halîl Îlker Çelîkî jî diyar kiriye ku li dijî namsetiya Recep Tayyîp Erdoganî wan serî li YSKyê daye.
Berdevkê AKPyê Omer Çelîkî gotiye, di çapemeniyê de nûçe hatine weşandin ku hin partiyan li dijî namzetiya Erdoganî serî li YSKyê dane û bi van gotinan berdewam kiriye: “Li ber namzetiya Serokomarê me ti engel nînin. Beriya niha bi mehan me aşkere kiribu ku Serokomarê me di vê hilbijartinê de namzet e. Ji xwe li gorî rêzikan serlêdana namzetiyê hatiye kirin.”
(AÖ/FD)