Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Rûsyayê, Viladimir Pûtîn piştî piştî ku Tirkiyeyê balafira Rûsyayê êxist bû cara pêşiyê ku hat Tirkiyeyê.
Serokê Rûsyayê di Kongreya 23. a Enerjiyê li Stenbolê axivî. Pûtînî got: ‘’ Em digel Erdoganî û hevkarên xwe yên dî hewil didin Herikîna [Enerjiyê ya] Tirkan pêk bînin.’’
Yek ji mijarên dî yên Erdogan û Pûtînî Satrala Nûkleerî ya Akkûyûyê û dayina vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyeyê bû.
Pûtîn: Em dixwazin Herikîna [Enerjiyê ya] Tirkan pêk bînin
Pûtînî gotiye: ‘’50 sal in ku enerjiya YEyê(Yekîtîya Ewropayê) em didin. em niho ji bo projeya duyem dixebitin. Em digel Erdogan û hevkarên dî li ser Herikîna [Enerjiyê ya] Tirkan kar dikin û em dixwazin wê pêk bînin.’’
Erdoganî jî diyar kiriye ku Tirkiyeyê di sala 2010ê de bi Rûsyayê re Hevpeymana Enerjiya Nûkleerî îmze kiriye, li Behra Reş jî hevpeymanek digel japonan heye û ew ê projeya sêyem a enerjiya nûkleerî pêk bînin. (AS/MB)