"Rojên Wêjeya Berawirdî" yên Amedê îsal di navbera rojên 21-30yê Çirîya Pêşiyê de wê pêk bê. Beriya niha sê caran bi heman navî bername çêbûbûn ku herî dawî di sala 2020an de bi rengekî online bû.
"Rojên Wêjeya Berawirdî", bi rêvebirina Weşanxaneya Lîsê û Wêjegeh Amedê û bi hevkarîya Navenda Hunerê ya Amedê, cara pêşî di sala 2013an de hatibû çêkirin. "Rojên Wêjeya Berawirdî" ji bo cara duyan di sala 2018an de hatibû çêkirin. Piştî ku di sala 2020an de bi awayekî onlîne hat çêkirin, vê carê jî, bo cara 4an, bi piştevanîya Qad bo Çandê û bi hevkarîya Weşanên Aras û Weşanên Everestê, bi awayekî rû bi rû wê li dar bikeve.
Bername îsal wê di bin sernavê "Heqîqeta Di Zimanê Xeyalê De" pêk bê. Di nava bernameyê de, beşdar wê li ser wêje, zanistên civakî, muzîk, fotograf, sînema û hunera hevçax biaxivin.
Bername, wê êvara roja 21ê Çirîya Pêşiyê bi axaftina mêvanê taybet yê destpêkirinê Zülfü Livaneliyî û bi axaftina nûnerên sazîyên wêjeyê dest pê bike. Heman şevê wê Asuman Susam, Beyar Bavî, Birsen İnal, Ciwan Serwer, Hicran Aslan, Îrfan Amîda, Najat Abdulla Kadhim, Mem Bawer, Meryem Coşkunca, Metin Aydın, Mîna Acer, Vecdi Erbay helbestên kurdî, tirkî û erebî bixwînin.
Bernameya "Rojên Wêjeya Berawirdî" wê heta 31ê Çiriya Pêşiyê dewam bike. Di bernameyê de roja dawiyê, ango 31ê Çiriya Pêşiyê wê ji bo mêvanê rûmetê yê îsal yê bernameyê, Îhsan Colemêrgî bernameyeke taybet li dar bikeve.
Bername wê bi axaftina Îhsan Colemêrgî bi dawî dibe ku Colemêrgî, hişmendîya dîrokî di ser hişmendîya hebûna neteweyî re saz dike û bi xebatên xwe yên li ser dîroka devkî û nivîskî, kedeke mezin daye wêjeya Kurdî û loma jî bûye mêvanê rûmetê yê bernameya îsal.
Ji bo naveroka bernameyê, bitikîne
(FD)