Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li malpera xwe ya fermî daxuyandiye ku ew ê "Rojên Şanoya Gerok ya Zarokan" pêk bîne. Rojên Şanoyê 20ê Tîrmehê da wê dest pê bike...
Bernamê dê di 10 navçeyan de çêbibe, di bernameyê da şano, pandomîm, jonglêr û palyaço hebin.
Li gor daxuyanîyê;
"Serokatîya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 20ê meha Tirmehê da yekem car bi mebesta xebatên hunerî li kolanan jî belav bibe Rojên Şanoyên Gerok ên Zarokan" li dar dixe.
"Di Bernamê da çalakîyên wek şano, jonglêr, pandomîn û palyaço bên lîstin.
Bernamê wê 7 roj bidome û destpêka bernameyan ê ji navçeyên Erxenî û Bismilê bên destpê kirin.
"Ji ber rewşa hewayê bernameyên ku bên lîstin ew ê di seet 19:30an de dest pê bikin.
'' Mebesta me berbelavkirina hunerê ye ''
"Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yavuz Akkuzu diyar kir ku,
"Li gor plansaziya bernameya Rojên Şanoyên Gerok ên Zarokan wê 7 roj bidome û 5 rojê wî ew ê li navçe û kolanên navçeyan de bêne lîstin. Piştî bernameyên navçeya xelas bûbe ew ê 2 roj jî li navenda bajar bên lîstin.
"Yavuz Akkuzu got mebeste me ya gotina 'Gerok' ji ber ku em dixwazin hûnerê bigîhînin her dere û her kesê'. Piştî îsal em ê her sal di meha Gulan û Cotmehê da gelek xebatênbi vî awayê li dar bixin.
Yavuz Akkuzu ji bianetê re wiha got:
" Mebesta me ya belavkirina hûnerê ji ber ku di navçeyan da karûberên hûnerî tên pişt guh kirin em dixwazin li navçeya zêdetir balê bidin hûnerê. Xebatên wek şano û muzîkê zêdetir belav bibin."
Dê Rojên Muzîkê yên Gerok jî bên lidarxistin
"Yavuz Akkuzu derheqê projeyên xwe yên pêşerojê çend nîşe parve kir. Akkuzu diyar kir ku piştî vê bernameya me em ê Rojên Gerok ên Muzîkê jî li dar bixin û em ê cîh bidin dengbêja û muzika modern, ev bername hem dê li navenda bajêr hem jî li navçeyan bêne lidarxistin.
Di Bernamê da 2 Lîstik dê bi Kurmancî bêne lîstin
"Akkuzu bal kişand ku çeşnên jonglêr, palyaço û pandomîmê bêyî axaftin têne biencamdan û got ku mebest ji van janreyan ew e bîner û zarokan jî bi awayekî aktif bixin nav bernameyan û bo pêşketina wan tevkariyê bikin. Akkuzu aşkere kir ku di bernameya wan de 2 şanoyên bi kurdî jî hene û got ku bi vê yekê zarok dê bielimin ku kurdî di qada cemaweriyê de jî tê bikaranîn. Akkuzu, da zanîn ku ev bername dê li park û meydanan bêne pêkanîn û banga tevlîbûnê li hunerhezan kir.
Şaredariya Mezin ya Amedê bernameya "Rojên Şanoya Gerok ya Zarokan" wisa diyar kir.
Ji bo mezinkirina wêneyî bitikîne.
(DD/MB)