*Tu birayê minî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berpirsê Giştî ê Weşanê yê rojnameya Agosê Hrant Dînk îro kete 68 saliya xwe.
Hrant Dînk di 19ê Kanûna Paşiyê ya 2007ê de dema ji rojnameya Agosê ya li ser Kolana Halaskargaziya Şîşliyê derket, saet di 14.54 deqîqeyan de bi sê guleyan hatibû kuştin.
Ogûn Samastê 19 salî, piştî dîmenên wî yên di kamerayên ewlehiyê de xuya bûbûn û çapemeniyê ew dîmen weşandibûn, bavê wî giliyê wî kiribû û li otogara Samsûnê hatibû desteserkirin.
Hrant Dînk 62yemîn rojnamgerê ku ji sala 1909an û vir ve li Tirkiyeyê hatine kuştin. (EMK/FD)