Wênesaz Rojbîn Ekincî bi pêşengeha xwe ya bi navê ‘X-Zoomer’ê berê me dide aloziya di navbera nifşê Z’yê û yên berê. Pêşangehê di Nê nîsanê de destpê kir û dê heta 23ê Nîsanê li Atolyeya A4ê bidome.
Li Amedê ligel rojiya remezanê û rojeva germ a hilbijartinê mirov dikare bêje ku pir atmosfereke germ heye. Hema bêjin me hemû rojnamegeran rûyê xwe daye xebatên hilbijartinê. Vêce ji bo ez nefesekî bistînim û hindik be jî ji rojeva hilbijartinê dûr bikevim, ji bo pêşengeha bi navê ‘X-Zoomer’ê min berê xwe da Atolyeya A4ê. Xwudê ji berpirsyarên Atolyeyê razî be nêzî 2 saetan em li ber derî hiştin lê dawiya dawî ez û hevala xwe em ketin hundir.
Xaltîka Menfîet û jinxala Fexriya
Dema me lingê xwe avête hundir çavê min bi tabloyan ket û ez keniyam. Di tabloya ber derî de du heb dayik bi çarika xwe ya sipî û bi fîstanên xwe yên rengo rengo di destê wan de şereb û di lingên wan de qûndireyên gupik bilind hebûn. Tabloya piştî wê de dayikek wek nifşê Z’yê ango yên modern di piyê wê de gora markeya Nike, qehweya wê di destê wê de, li berê pirtûkek vekirî li ser bazayê xwe sekiniyê, li kêlaka wê dayikek di destê wê de telefon hewld dide selfieyê bikşîne. Her tabloya ez di ber de derbas dibûm; diya min û cîrana me xaltîka Menfîet û jinxala Fexriya di van tabloyan de dihat ber çavê min û bişirîna min zêdetir dibû.
Pêşengeha X-Zoomerê
Vêce piştî wan kêliyên li pêşengeha ‘X-Zoomer’ê min xwest xwe bigihînim wênesaza van tabloyan. Ji ber ku dawiya hefteyê bû wênexêz Rojbîn Ekîncîyê ne li pêşengehê bû, li Êlihê ligel malbata xwe bû. Ez lê geriyam û me ji bo Bianet Kurdî sohebeteke xweş kir, min pirsî wê jî bersivand.
Êdî Kurd jî li pey meraqên xwe dikevin
Rojbîn jineke ciwan e (26) û jixwe zêde ji nifşa xwe a Z’yê jî ne dûr e. Ji Êlihê ye û li wir hatiye dinê. Ew hê di biçûkatiya xwe de wêneyan û wênekêşiyê meraq dike û pê re eleqedar dibe. Ma qey ji ber ku kurd civakeke di bin mêtingeriyê de ye, qey nikarin li pey meraqên xwe her in û biafrînin? Jixwe ji vê xopana mêtingeriyê encex em li çanda xwe û zimanê xwe xwedî derkevin û biafrînin dê mimkûn be ku em xeleka mêtingeran biqetînin. Rojbîn jî yek ji wan kesan e ku piştî ji Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiya wênesaziyê mezûn dibe, bi kodên çanda kurdewar hunera xwe diafrîne. Hem sentezekê di navbera çanda kevn û ya nûjen-modern de ava dike hem jî aloziyên di navbera van her dû nifşan de li ser tabloyên xwe xêz dike.
Dayik û teknolojî
Min ji Rojînê pirsa ‘dema mirov berê xwe dide pêşengiha te tişta ku yekem çavê mirov lê dikeve, wêneyên dayikan û bikaranîna wan a teknolojiyê ye. Dayik û teknolojî; ev herdû têgeh ji hev ne dûr in qey, an êdî pir nêzî hev bûne?’ re wiha bersiv dide: “Ez dikarim bibêjim him nêzîk him jî dûr e. Nifşa berî me, ji teknolojiyê hinekî din dûr bûn, lê nifşa ciwan bi teknolojiyê mezin bû. Ji ber vê yekê nifşa berî me ji bo nifşa ciwan fêm bike û qebûl bike, dixebite.”
‘Min kêliyên nakokiyên di navbera me de resm kirine’
Bikaranîna amûrên teknolojîk ne tenê ji bo dayikên kurd hema bêje ji bo tevahiya civakên xwezayî an jî civak û kesên hê tev li modernbûyînê nebûyî pir zahmet tê bêguman. Di tabloyên Rojbînê de fîgûra wê ya yekem ‘dayik’e. Ji bo fîgûra xwe ya sereke Rojbîn Ekincî wiha dibêje: “Kêliyên ku di jiyana xwe ya rojane de rast têm di tabloya xwe de nîşan didim. Model diya min e lê objeyên der dora modelê min temsîl dike. Mijara sereke ya karê min, nakokiya di nava xaniyê me de ye. Min kêliyên nakokiyên di navbera min û dayika min de resm kirine.”
‘Neteweya Kurd, rengê xwe dide hunerê’
Hewceye mirov bêje ku di her xêzeke Rojbînê de rengên dijraber ango zidên hev hatine bikaranîn û bi vî awayî rengên fistan û kincên çanda Mezopotamyayê jî derketine holê. Rojbîn têkildarî vê konteksa tabloyên xwe axaftina xwe wiha domand: “Dema ku ez risman çê dikim destê min her tim diçe rengên zindî û yên zidên hev. Ditina rengên zindî yên li ser kavilan her tim min motîve kiriye û dike. Em kurd neteweyeke rengîn û bi kêf in. Ev yek jî bandorê dide jiyana me û hûnera me bixwe jî.”
Ji ‘X-Zoomer’ê nemîn in ha
Pêşengeha Rojbînê ya ku li hin deveran dayik sporê dike, hin caran selfîyê dikşîne, li ser kompûtere ye, hin caran neynikê xwe oje dike, goreya Nikeyê di lingê wê de, kûçik û psîkên wê hene… di 1’ê nîsanê de destpê kir û dê heta 23’ê nîsanê jî li Atolyeya A4’ê bidome. Kesê bixwaze xaltika Sêvê, jinxala Fexrîyê û pîrika Feyrûşe di kirasê nifşê Z’yê de bibînin bila her in, ji xwe re li vê pêşengehê bigerin.
(WT/AY)