Tevna Raporkirin, Belgekirin û Çavdêriya li Mafên Zimanan (DHIBRA) ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi 25 zimanan danezanek weşandiye. Tevahiya metna danezana ku îmzeya 208 saziyan li bine em jî parve dikin.
Her wiha tirkî û kurdî ya daxuyaniyê duh (20ê Sibatê) di vekirina parka "Gulistana Zimanan" de li Amedê hatin xwendin.

Li Amedê parka “Gulistana Zimanan” vebû: Zimanê dayîkê maf e, bêdengkirin bêedaletî ye
Zimanê dayikê mafek e, bêdengkirina zimanê dayikê bêedaletî ye.
Mafê zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e û nabe ku bo kesên din bê dewirkirin an hebûn û nebûna wê bê gotûbêjkirin. Parastina vî mafî ne tenê meseleyeke çandî ye; her wiha ji bo edaleta zimanî û hemwelatîtiyeke wekhev jî pêwîst e."
"Heta ku astengiyên siyasî, aborî û idarî neyên rakirin, em nikarin qala pêkhatina edaletê bikin. Garantiya jiyaneke di nava aştiyê de ew e ku mirov di nava civakeke pirzimanî de xwedî mafên wekhev be.
Ji ber polîtîkayên bişaftinê yên yekzimanî, heta roja îro, pirrengiya zimanî weke ‘xetere’yeke hewceyî jiholêrakirinê hat hesibandin û nîşandan. Bevevajî, wexta ku zimanek bêdeng dibe, ew ziman ne tenê peyvên xwe bi xwe re dibe, her wiha êş, şabûn, çîrok û hemû şopên xwe yên li rûyê erdê jî bi xwe re dibe.
Ziman ne tenê amûrekî ragihandinê ye; di heman demê de hêmana herî sereke ya avakirina nasname, bîr û têkiliyên civakî ye. Ziman ne tenê hilgirê çandê ye; her wisa, qadek e ji bo derbirîna nasnameyên ji berê de înkarkirî, şêweyên hebûnê yên serkutkirî û dengên bêdengkirî."
Şertekî jêneger ê jiyaneke wekhev û birûmet ew e ku zimanên me yên dayikê ji medyayê heta huner û çandê, ji kolanan heta saziyên fermî, di hemû qadên giştî de bi serbestî hebin. Polîtîkayên perwerde û çandê divê li gorî wê rêgezê bên diyarkirin ku hemû ziman nirxên me yên hevpar in. Berpirsyariya me hemûyan e ku em avasaziya siyasî û civakî ya pêwîst ava bikin ku tê de zarok bikarin bi zimanê xwe yê dayikê bifikirin, xeyalan bikin û ji pêşdibistanê heta zanîngehê di her asta xwendinê de perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê wergirin; di pêkanîna vê berpirsyariyê de em hê dereng jî mane.
Ew ne lutfek e, lê mecbûriyeteke dîrokî ya dewletê û hemû saziyên giştî ye ku gavên pêwîst biavêjin da ku zimanên me zindî bimînin, bên pêşvebirin û di xizmetên giştî de bi awayekî wekhev, berdest û berçav cihê xwe bigirin. Dîsa, pêwîstiyeke zelal û bieweliyet a ji ber vê mecbûriyeta dîrokîye ku îhtiraz û şerhên li ser xalên 17, 29 û 30an ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bên rakirin û berpirsyariyên di vî warî de bên bicihanîn.
Weke pêkhateyên Tora Şopandin, Belgekirin û Raporkirina Mafên Zimanî (DHİBRA), em banga xwe ya ji bo parastin, jiyandin û zindîkirina hemû zimanên dayikê dubare dikin.
Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê li Hemû Gelan Pîroz Be!
Ji bo lîsteya 208 saziyên îmzaker, bitikîne
Ji bo danezana bi 25 zimanan hatiye wergerandin, bitikîne
Tevna Raporkirin, Belgekirin û Çavdêriya li Mafên Zimanan (DHIBRA) di sala 2019an de di bin serkêşiya akademîsyen, lêkolîner û mafparêzên ku têkildarî zimanên li Tirkiyeyê, pirrengiya zimanî û mafên zimanî de dixebitin de hate damezrandin.
(VC/AY)
