Lûtkeya Avhewayê ya Gelan, piştî meşa avhewayê ya cîhanî ku bi tevlêbûna bi hezaran kesên ji çar aliyên cîhanê pêk hat, duh (15ê Mijdarê) dest pê kir. Beşdar, bi dehan standên ku li qada lûtkeyê vekirine balê dikişînin ser wêrankirinên ekolojîk, li dijî polîtîkayên welatên ku piştgiriyê didin sotemeniyên fosîl mafên xwezayê û jiyanê diparêzin.
Di bernameya roja yekem de ji fînansmana avhewayê heta ekokujiyên li Alîagayê, ji qirêjiya plastîk a li Deryaya Spî heta helwesta hevpar a sendîkayan a li dijî krîza avhewayê, gelek çalakî, daxuyaniyên çapemeniyê û pêşkêşî cih girtin.

“Li COP31ê hefteya yekem a danûstandinan vala çû”
Amadekaran diyar kir ku domandina Lûtkeya Avhewayê ya Gelan a ku di sala 2025an de li bajarê Belém ê Brezîlyayê pêk hatibû, li Tirkiyeyê hevdem ligel COP31ê, bi piştgiriya ku tîma li Brezîlyayê daye tîma li Tirkiyeyê pêkan bûye.
Axaftina vekirinê ya lûtkeyê ku bi peyamên spasiyê yên ji bo tîma li Brezîlyayê dest pê kir, ji aliyê Ecehan Balta ve hat kirin:
"Têkoşîna xwendekarên li Sirbistanê, ya kesên li DYAyê li dijî otorîterbûnê daketine kolanan, ya kesên li Îspanyayê çûne greva giştî, ya kedkarên li Fransayê, ya kesên bi Filistînê re di nava piştevaniyê de ne û ya kesên li çar aliyên cîhanê axa xwe diparêzin; tîne bîra me ku guherîn bi tevgera hevpar a mirovan pêkan e. Em wan silav dikin. Em careke din dibînin; erka dikeve ser milê me ew e ku em girêdanên di navbera van têkoşînan de bibînin û xurt bikin."

Bûyera Alîagayê
Balta bal kişand ser teqîna ku hefteya borî li kargeha hesin û pola ya li Alîagayê pêk hatibû û tê de herî kêm 19 karkeran jiyana xwe ji dest dabû:
"19 mirovên ku sibehê ji mala xwe derketin û çûn ser kar, yên ku li bendê bû êvarê vegerin, mirin. Tişta ku em jê re dibêjin 'derbasbûna dadperwer' a rastîn jî li vir dest pê dike. Du bijardeyên wekî 'yan nan yan nefes' li me ferz dikin. Em ne neçar in yekê ji van hilbijêrin. Em hem nanê xwe, hem jî nefesa xwe dixwazin."
Yek ji rûniştinên taybet ên di roja yekem a lûtkeyê de, sernavê “Li dijî wêrankirina ekolojîk mafên xwezayê” hildigirt.
Dema ku parêzerê jîngeh û ekolojiyê yê ji Tirkiyeyê Arif Alî Cangi behsa mafên xwezayê kir, piraniya axaftvanên din jî behsa wêrankirinên ekolojîk ên ku li herêmên cuda yên welêt dijîn, kirin.
Endama Platforma Jîngehê ya Muglayê û Koalîsyona Edaleta Avhewayê, Sekretera Giştî ya Komeleya Polîtîkayên Bajêr Halîme Şamanê bal kişand ser sponsor, piştgirên avhewayê û hevkarên COP31ê û behsa Sinpaşê kir. Axaftvanên din jî diyar kirin ku ew ji wan herêman tên ku şîrketên bi vî rengî bûne sedema wêrankirina ekolojîk û ezmûnên xwe parve kirin.

Roja dawî ya Lûtkeya Rêberan
Pîlotê şer ê teqawîtbûyî Bahadir Altan jî li ser bingeha ezmûna xwe ya pîlotiya şer bal kişand ser girîngiya aştiyê û bang li hemû gelên cîhanê kir ku li dijî projeyên ekokujiyê bi hev re têbikoşin.
Hin axaftvanan behsa pirsgirêkên ku kanên zêran li herêmên wan derdixin kirin, hinan jî bal kişand ser têkoşîna parastina hebûnên avê. Hin axaftvanan hêviyên xwe yên derbarê têkoşînê de parve kirin, lê bêhêvîtiya li ser paşeroja tevgerên civakî li gotinên hinan veda.
Hirçên cemserê yên govendê digirin, peykerê ku dibêje “azadiya qirêjkirinê”

Hindistan, Kolombiya, Danîmarka, DYA, Brezîlya, Portekîz, Îtalya… Parêzvanên xwezayê yên ji gelek welatan, di rûniştinên hevdem de ji bo parastina avhewa û xwezayê hatin cem hev. Li korîdoran jî çalakvan wêneyan xêz dikin, fotografan pêşkeş dikin û berhemên hunerî wekî kostûm li xwe dikin.
Li derve, çalakvanên avhewayê yên bi kostûmên hirçên cemserê ku ji Danîmarkayê hatine Antalyayê û li ser navê Orange Plague protestoyê li dar dixin, bi beşdarên navneteweyî re govendê digirin.
Li hundir jî, ji bo protestokirina Serokê DYAyê Donald Trump ê ku ji Peymana Parîsê vekişiyaye û di asta hikûmeta federal de tevlî COP31ê nebûye, minyatürên peykerê ku hatiye nîşandan tên amadekirin.

Tevî akredîtasyonê jî çapemenî di Lûtkeya Rêberan a COP31ê de hat sînordarkirin
Peykerê Azadiyê yê ku hirçên cemserê anîne Antalyayê, ji meşxela wî her tim dû radibe. Peyker, di destê xwe de pirtûkekê digire ku li ser "Azadiya qirêjkirinê" nivîsî ye.
Ji aliyekî ve çalakvan diyar dikin ku wan kusiyên deryayî yên mezin ên di meşa avhewayê de hildigirtin çawa çêkirine; ji aliyekî din ve jî beşdar wekî çûkan baskên xwe vedikin û dimeşin. Piştre rûniştin ji nû ve dest pê dikin.
Pirsgirêka plastîkê: Hinek qezenc dikin, hinek jî cefayê dikişîne
Di rûniştina li ser qirêjiya plastîk a li Deryaya Spî de axaftvanan bal kişand ser pirsgirêkên giran ên ku krîza çopên îthal ên li Çukurovayê derxistine holê.
Koordînatorê Giştî yê Komeleya Bîra Ekolojiyê ya Çukurovayê Umut Özşimşek pirsgirêkên ku ji ber îthalkirina çopê çêdibin wiha anî ziman:
"Hinek ji vî karî rehetiyê dibîne, qezenc dike lê hinek jî cefayê dikişîne. Dema em ji nêz ve dinêrin ajalan ev yek kişandine. Masîgir dibêjin 'mikroplastîk ji hundirê masiyan derdikeve'.
Özşimşek diyar kir ku divê bazirganiya çopên îthal bi lezgînî bê qedexekirin û di çarçoveya COPê de planeke çalakiyê bê amadekirin.
Dr. Çagri Gocek ê ji Platforma Tirkiyeya Bêplastîk jî zêdebûna mikroplastîk a di mehên havînê de bi bîr xist. Gocek bang kir ku divê îthalkirina çopên plastîk bên qedexekirin, hilberîna plastîkê bên sînorkirin û plastîkên ku tenê carekê tên bikaranîn bên qedexekirin.
Li gorî nûnerê Greenpeaceê Angelica Carballo Pago, plastîk ne tenê pirsgirêkeeke çopê ye ku di jiyana rojane de li pêşiya me derdikeve, di heman demê de pirsgirêkeke sîstematîk e ku gefê li cîhanê dixwe.
Pagoya ku Lûtkeya Avhewayê ya Gelan dişopand bi bianetê re axivî û ev tişt gotin:
"Me bihîst ku ev COP31 girîngiyeke mezin dide peyamên derbarê nêzîkatiya sifir çopê de; ez bawer dikim ev gaveke baş e, lê divê ji vê jî wêdetir biçe û em bipirsin ku sifir çop di rastiyê de tê çi wateyê.
Ez hêvî dikim ku di vê COPê de, em bikarin û divê em nîqaş bikin ku pêvajoya dûrketina ji sotemeniyên fosîl divê kêmkirina hilberîna plastîkê jî bihewîne. Weke ku berê jî me diyar kiribû ango şîrketên mezin ên petrolê û pîşesaziya sotemeniya fosîl, plastîkê wekî 'plana xwe ya B' dibînin. Divê em destûrê nedin bijardeyên wekî şewitandina plastîkê. Derbasbûna dadperwer a ji sotemeniyên fosîl divê kêmkirina hilberîna plastîkê bê guman bihewîne."
Parêzer Ozlem Altiparmak jî got ku pirsgirêka bingehîn a li pêşiya pêşîgirtina li qirêjiya plastîk ne kêmbûna rêziknameya hiqûqî ye. Li gorî Altiparmakê pirsgirêka sereke ew e ku mirov nikare rêziknameyên heyî bixebitîne, çavdêriyeke têrker nake û bikarneanîna mekanîzmayên hiqûqî li hemberî binpêkirinan.
"Dema ku ez dibêjim parastina Deryaya Spî, ez wekî hiqûqnasek çar tiştên wiha fêm dikim: Yekem, pêşîgirtina li qirêjiya deryayê, duyemîn, anîna rojevê ya binpêkirinên mafên mirovan, sêyemîn, nêrîna li vî warî wekî tevahiyeke ekolojîk, çaremîn jî divê em wekî edaleta civakî binirxînin. Gelo çima ji bo Deryaya Spî pêdiviya me bi rêziknameyeke taybet heye?"
Belgeya helwesta hevpar a sendîkayan
Sendîkayên Basın-İş, Tumka-İş û Dev Yapi-İş ên girêdayî DÎSKê jî di Lûtkeya Avhewayê ya Gelan de belgeya xwe ya helwesta hevpar a derbarê krîza avhewayê de eşkere kirin.
Sendîkayan di belgeyê de daxwazên ji bo derbasbûna dadperwer ango adîl wiha rêz kirin:
Tevlêbûna karker û sendîkayan a di pêvajoyên biryargirtinê de û pêkanîna derbasbûna dadperwer bi vê tevlêbûnê re,
Dabînkirina ewlehiya îstihdamê, Divê karên nû yên kesk bi sendîka û kadro be,
Naskirina rîskên nû yên tenduristiya karkeran û ewlehiya kar (ÎSÎG),
Diyarkirina armancên berbiçav û kotayan ji bo zêdekirina îstihdama jinan di karên nû yên kesk de,
Pêkanîna polîtîkayên derbasbûna dadperwer ên ku li ser aştî, mafê jiyanê û edaleta civakî ava bûne.
Sendîkayan her wiha soz dan ku ew ê di nava xwe de komxebat an komîteya xebatê ya derbasbûna dadperwer ava bikin.
Sendîkayên ku dan xuyakirin ku ew ê derbasbûna dadperwer têxin nav peymanên kar ên komî, ragihandin ku ew ê vê pêvajoyê bi sernavên ewlehiya kar, mûçe, perwerde, tenduristiya karkeran û ewlehiya kar (ÎSÎG), parastina civakî,wekheviya zayendî û nûnertiya sendîkayî re bi hev re bigirin dest.
(CA/AY)








.jpg)

