Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
14ê Nîsanê Roja Ûnisan a Cîhanî pîroz be.
Li hemû deryayên ku Tirkiyê dorpêç dikin ûnis tên dîtin. Lê mixabin weke gelek cure candar an ûnis jî bi xin xetereyan re rû bi rû ne.
Tê zanîn ku ûnis digel ku seyda wan qedexe ye jî tên kuştin, dikevin torên masîgiran û ji ber gemariya derya û deng di bin xetereyê de ne. Parkên ûnisan jî ji gelek hêlan bi pirsgirêk in.
Li Tirkiyê 3 cure ûnis hene
Li cîhanê 43 cure ûnis hene. 38ê wan di deryayê de, 5ê wan jî di çeman de dijîn. Hin ûnis dikarin heta 10 metroyan bipeşkinînin. Bêhna xwe dikarin heta 30 deqîqeyan bigirin. Di navbera 17 û 20 salan de dijîn lê hin ji wan heta 50 salan jî dijîn. Di rojê de dikarin 15 kîlo mahsî bixwin. Biguhanên deryayî bi dengên xwe têkiliyê datînin, rê û xwarinê dibînin.
Li deryayên ku Tirkiyê dorpêç kirine 3 cure ûnis hene: Afalina (Tursiops truncatus), mutur (Phocoena phocoena) ve tırtaktır (Delphinus delphis).
Bi rêya WWF Tirkiyê di Roja Ûnis a Cîhanî de ji bo piştgiriya xebatên parastina jîngehê hûn dikarin ûnisekê xwedî bikin. (NV/FD)