Êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li dijî Lubnanê yên bi navê “Tîrên Bakur” di roja sêyemîn de berdewam dike.
Artêşa Îsraîlê êrişî herêma Bekaayê ku li başûr û rojhilatê Lubnanê ye kiribû. Arteşa Îsraîlê îdia dike ku wan li wan herêman êrişî hedefên Hîzbûllahê kiriye.
Di encama êrişan de artêşa Îsraîlê, 50 jê zarok, 95 jin û 4 xebatkarên tenduristiyê herî kêm 581 kes kuştin û 1835 kes jî birîndar kirin. Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Abdullah Buhabîb ragihand ku ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê 500 hezar Lubnanî koçber bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, di êrişên balafirên şer ên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de, li bajarokên Adlûn û Kefr Hatta, derdora bajarokê El-Akibiyeyê li herêma Sîdonê û li herêmên Hedasa, Ayta el-Cebel û Bint Cubeyl û bajarokên Yatirê gelek avahî û xanî bûn hedef.
Her weha di êrişên hewayî de herêma Nebatiye ku li başûr e, bajarokê Deyr el-Zehranî, Harc Hamile û Ayn Kana ku di navbera Humin el-Fewqa û Ruminê de ne, û Herêma Wadiyê bûn hedef.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên ji saetên sibê vir ve li herêmên başûr û rojhilatê welêt û bakurê paytext Beyrûtê hatin kirin de herî kêm 23 kes mirin û 97 kes jî birîndar bûn.
Êrîşên balefirên şer ên Îsraîlê yên li rojhilatê Lubnanê bajarokên herêma Bekaayê jî di nav de li bajarokên Cinta, Nebî Şît, Şaat, Nahle, Devrûs, Brîtal, El-Xidir û El-Cemaliyyayê ku li herêma Baalbekê ye berfireh bûn.
Li Bekaayê, balafirên şer bajarokên Midûn, Sehmer û derdora Deşta Meşgara yên Herêma Bekaa Rojava û bajarokê Reyak ê navçeya Zahle hedef girtin.
500 hezar kes li cih û warên xwe bûn
Ji ber êrîşên hewayî yên Îsraîlê, pêla koçberiyê ya ji herêmên başûrê welêt ber bi paytext Beyrûtê û herêmên bakur ve didome.
Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Abdullah Buhabîb ragihand ku ji ber êrîşan 500 hezar Lubnanî koçber bûne.
Ev tê wê wateyê ku ji sedî 10ê nifûsa Lubnanê ya ku 5.49 mîlyon e, li nava welêt bûne penaber.
Hîzbûllahê bi mûşekan êrişî Tel Avîvê kir
Li hember êrîşên asmanî yên Îsraîlê, Hizbullahê jî Tel Avîv kir armanc.
Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşa mûşekî ya balîstîk a li ser herêma Tel Avîvê ji aliyê sîstema berevaniya mûşekî hat astengkirin.
Ji aliyê din ve medyaya Îsraîlê diyar kir ku di şer de yekem care mûşekên ku ji Lubnanê hatine avêtin gihîştine Guş Dan û HaŞaronê ku li herêma navendî ye.