Wêne: Ensar Ozdemir / AA
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê piştî ku di roja Şemiyê de dest bi operesyoneka li ser Efrînê kir, li gor agahiyan ASA bi piştevaniya TSKyê 7,5 kîlometreyan bi pêş ketiye.
6 hezar û 400 leşker beşdar bûne
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
08.00
Li gor nûçeya nûçegihanê NTVyê ji ser sînorî ragihandî dengên topan ji aliyê Efrînê tên.
07.50
Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) li Ezezê YPG û ASAyê dest bi şerî kirine.
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî û got:
“Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
Îro roja sêyem e ku operasyon didome.(PT/MB)