Hilbijartina parlamentoyê ya Herêma Kurdistanê wê di 10ê Hezîrana 2024an de were kirin.
Li gorî nûçeya diyarnameyê Nêçîrvan Barzanî ferman daye ku hilbijartinên serdema şeşan ên Parlamantoya Herêma Kurdistanê 10ê Hezîrana 2024an were kirin.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê diyar kiriye û gotiye, "Aliyên peywendîdar wê ji bo alîkarî û hemahengiya bi komîsyona bilind ya serbixwe a hilbijartinan re, girêdayî biryarê bin."
Her weha Nêçîrvan Barzanî ferman daye ku hilbijartinên serdema şeşan ên Parlamantoya Herêma Kurdistanê 10ê Hezîrana 2024an were kirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên Parlamantoya Herêma Kurdistanê di Çiriya Pêşîna 2022yan de bihata kirin.
Lê ji ber nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdisyanê de (YNK) ev hilbijartin hatibûn taloqkirin û dema peywira Parlamantoya Herêma Kurdistanê salekê hatibû dirêjkirin.
Dadgeha Fedaral a Îraqê Gulana 2023yan biryar da ku dirêkjirina dema peywira Parlamantoya Herêma Kurdistanê ne yasayî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî vê yekê biryar da ku hilbijartin 25ê Sibata 2024an bên kirin.
Ji ber ku Dadgeha Fedaral a Îraqê giliyên li ser “kotayên pêkhateyan” û “Yasaya Hilbijartinan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê” dinirxandin pêvajo rawestiyabû.
(AY)