Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya bîlançoya qezayên trafîkê yên ku di roja duyemîn a cejnê de qewimîne eşkere kir.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku di roja duyemîn a cejnê de 726 qezayên trafîkê qewimîn, 11 kes mirin û hezar û 295 kes jî birîndar bûn.
Yerlîkaya diyar kir ku di 2 rojên ewil ên cejnê de 16 kes mirin û 2 hezar û 716 kes jî birîndar bûn û wiha got:
"Ekîbên me yên trafîkê yên emniyetê û cendirmeyan ji bo ewlehiya welatiyên me bi hesasiyeteke mezin kontrolên xwe didomînin. 16ê Hezîrana 2024an roja yekşemê di roja duyemîn a cejnê da di heyama 24 saetan de 726 qezayên trafîkê qewimîn. Mixabin 11 kes mirin. 1295 kes birîndar bûn. 289 hezar û 700 wesayît hat kontrolkirin. Di 2 rojên(Şemî û Yekşem) destpêkê yên cejnê de 16 kes mirin û 2716 kes jî birîndar bûn.”
(RT/AY)