Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji beriya sê rojan piştî Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) digel Artêşa Sûriyeya Azad(ASA) dest bi operasyoneka li ser Efrînê kir, di navbera wan hêzan û Yekîneyên Parastina Gelî(YPG) de şer çêbû. Îro herî zêde li dora Ezezê şer çêbûye.
TSKyê li ser operasyona roja Yekşemê hatî kirin jî daxuyaniyek weşand. Li gor daxuyaniyê, TSKyê 15 noqte vegirtine.
Bi daxwaza Fransayê, Lijneya Ewlehiyê ya Netweyên Yekbûyî civîya. Nûnerê Fransayê yê daîmî yê li Neteweyên Yekbûyî, François Delattreyî gotiye:
“Welatên Rojavayî di wê metirsîyê de ne ku heke operasyon bidome, zerer dê li têkoşîna li dijî DAIŞê bibe.
“Ji bo şermezarkirina Tirkiyeyê ti daxwaz ji Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî nehatiye kirin.”
Çi bûbû?
Roja yekem:
- Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Roja duyem:
- Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
- 6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
- Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Roja sêyem:
- Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî û got: “Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
- Rojnameger Sîbel Hurtaş, Hayrî Demîr, Seda Taşkin û Derhêner Fatîn Kanat ku li ser medyaya civakî “Operasyona Efrînê” rexne kirine hatine desteserkirin.
- Serokkomar, Recep Tayyip Erdogan: Em bi dostên xwe yên rûs re axivîn me Amerîka qane nekir.
- Serokwekîlê Koma HDPyê Yildirim: Divê em li hemberî vî şerî derkevin.
Roja çarem:
- Di operasyona li ser Efrînê leşkerek mir.
Îro roja çarem e ku operasyon didome.(PT/MB)