Êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li dijî Lubnanê yên bi navê “Tîrên Bakur” di roja çarem de berdewam dike.
Artêşa Îsraîlê êrişî herêma Bekaayê ku li başûr û rojhilatê Lubnanê ye kiribû. Arteşa Îsraîlê îdia dike ku wan li wan herêman êrişî hedefên Hîzbûllahê kiriye.
Di encama êrişan de artêşa Îsraîlê, 50 jê zarok, 95 jin û 4 xebatkarên tenduristiyê herî kêm 654 kes kuştin û zêdetirî 2000 kes jî birîndar kirin û her weha bi sed hezaran kes jî koçber kirin.
Li gorî nûçeya televîzyona El-Meyadîn a Beyrûtê, balafirên şer ên Îsraîlê êrişî Deriyê Sînor ê Matrabayê ku di navbera Lubnan û Sûriyeyê de ye kir. Êriş li deriyê aliyê Sûriyeyê hat kirin û di encamê de gelek sivîl birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê li ser platforma medyaya civakî Xê daxuyanî da û got, “ Balafirên şer ên Îsraîlê, binesaziya ku li ser sînorê Lubnan û Surîyeyê ku Hîzbûllah ji bo anîna çekan ji Sûriyeyê bo Lubnanê bikartîne, kir armanc.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyar kirin ku "li dijî hewldanên veguhestina çekan ji axa Sûriyê bo Lubnanê." êrîş dê berdewam bin.
Di 24 saetên dawî de herî kêm 88 mirin, 153 kes jî birîndar bûn
Li gorî nûçeya televîzyona El Cezîre ya Qeterê, Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daxuyaniya xwe ya bi şev de ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê di 24 saetên dawî de herî kêm 88 kes mirin û 153 kes jî birîndar bûn.
Bi vî awayî hejmara kesên di êrîşên ji 23ê Îlonê û vir ve didomin de mirine ji 700î derbas kir, hejmara birîndaran jî derket 2600 kesî.
Ji 8ê Cotmeha 2023an heta niha 1540 kes mirine
Di rapora ku ji aliyê Yekîneya Rêvebiriya Metirsiya Karesatan ya Hikûmeta Libnanê ve hatiye amadekirin de, derbarê mirin û kesên ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve koçber bûne, agahî hatin dayîn.
Di raporê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne û yên ku li stargehan hatine bicihkirin gihîştiye 77 hezar û 100 kesî û hejmara stargehên ku ji dibistanên fermî, peymangehên pîşeyî û navendên çandiniyê pêk tên li bajarên cuda 565 e.
Hat destnîşankirin ku piraniya kesên ku ji ber êrîşan koçber bûne, li malên xwe yên li herêmên din an jî li cem xizmên xwe, di xaniyên kirê û otêlan de bi cih bûne, bi hezaran kes jî derbasî Sûriyeyê bûne.
Hat ragihandin ku di 2 rojên dawî de 15 hezar û 600 Sûriyeyî û 16 hezar û 130 Lubnanî derbasî Sûriyeyê bûne.
Di raporê de ku derbarê êriş, mirin û birîndaran de jî agahî hatiye dayîn. Li gorî raporê Îsraîlê ji 8ê Cotmeha 2023an û vir ve 7 hezar û 34 êrîşên hewayî, 248 bombeyên fosforî û 133 êrîşên çekdarî li Lubnanê pêk anîne. Her weha di encama van êrişan de heta niha 1540 kes mirine û 5 hezar û 410 kes jî birîndar bûne.
Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê
Artêşa Îsraîlê ji 23ê Îlonê ve heta niha bi sedan êrîşên esmanî li ser bajarên başûrê Lubnanê û her wiha herêmên Bekaa û Baalbek pêk anîne.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 654 kes mirine.
Pêla koçberiyê ji herêmên başûrê welêt ber bi paytext Beyrûtê û bakurê welêt dewam dike, derbarê hejmara koçberan de du daxuyaniyên cuda hatin dayîn.
Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Abdullah Buhabîb diyar kir ku hejmara kesên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji cih û warên xwe bûne nêzî 500 hezarî ye, Wezîrê Jîngehê yê Lubnanê Nasir Yasîn jî ragihand ku ev hejmar ji 150 hezarî zêdetir e.
(VC/AY)