Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rûsya di dagirkirina Ûkraynayê de berdewam dike. Serokê DYAyê Joe Bidenî derbarê rewşa heyî de daxuyaniyek daye.
Biden li Kongreyê axiviye û gotiye ku "Dîrok nîşanî me dide, dîktatorên hûn hesab jê nepirsin, xwînê bêhtir dirijîne.” Bidenî her weha diyar kiriye ku ew ê dest deynin ser mal û milkên olîgarkên rûsî.
Rûsya li dijî cezayên ekonomîk tedbîrên xwe xurtir dike.
Li Ûkraynayê, dewlet perwerdeya çêkirina molotofan dide gelî. Li Kîevê gelek kes li kolanan molotofan amade dikin.
Heyetên rûsî û ûkraynî îro wê careke din ji bo gotûbêjan bicivin.
Rewşa dawî ya dagirkirinê
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî aşkere kiriye ku ji roja pêncşema derbasbûyî ango ji roja Rûsyayê dest bi êrîşên li ser Ûkraynayê kiriye heta niha, 13 zarok jî di nav de 136 sivîl mirine, 400 sivîl jî birîndar bûne.
Leşkerên rûsî ketine Xersonê
Li Ûkraynayê Şaredarê Xersonê, Ukrayna’daki Îgor Kolîxayevî diyar kiriye ku leşkerên rûsî ketine bajêr û îstasyona trênê kontrol kirine. Kalîxayev bi kanaleke radyoyê ya herêmî re axiviye û gotiye ku li bajêr şer û pevçûn dewam dikin.
Li Xersonê nêzîkî 300 hezar mirov dijîn û li başûrê Ûkraynayê û li bakurê Kirimê dikeve ku Rûsyayê Kirim di sala 2014an de dagir kiribûn û hîna li wir in.
Êrîşa esmanî li diî Xarkîvê bûye
Artêşa Ûkraynayê diyar kiriye ku paraşûtvanên rûsî daketina Xarkîvê û êrîşa esmanî li dijî vî bajarî pêk hatiye.
Li vî bajarî hejmara kesên bi rûsî diaxivin zêdetir in û ji roja ku dagirkeriyê destpê kiriye heta niha, herî zêde ev der hatiye bombekirin.
Duh di danê sibehê de moşek avêtibûn avahiya walîtiyê. Serokdewletê Ûkraynayê, Volodîmîr Zelenskiyî ev êrîş were tawana şerî bi nav kiribû. Rayedarên midaxeleya lezgîn diyar kiribûn ku di encama vê êrîşê de bi kêmanî 17 kes mirine, bi dehan kes jî birîndar bûne.
Êrîşî kûleya televizyonê kirine
Wezareta Berevaniya Rûsyayê aşkere kiribû ku ew ê li paytex Kîevê bidin. Piştî vê daxuyaniyê Rûsyayê roket avêtine vî bajarî. Roketek li kûleya televizyonê ketiye û di encamê de 5 kes mirine.
Rayedarên ûkraynî diyar kiriye ku rûsyayê ev êrîş pêk aniye.
Hîna nayê zanîn bê ka êrîş rasterast li dijî kûleyê bûye yan na lê Wezareta Kar û Barên Hundir a Ûkraynayê diyar kiriye ku ziyan gihîştiye kûleyê û “wê kanal ji bo demekê nikaribin weşanê bikin.”
DYAyê qada asmanî ji Rûsyayê re qedexe kiriye
Bidenî di axavtina xwe ya Kongreyê de diyar kiriye ku ji roja sepandina cezayan heta îro, nirxê rûbleyê rûsî ji sedî 30 kêm bûye û wiha dewam kiriye: "Em îşev qada asmanî ya amerîkayê ji hemû balafirên rûsan re digirin û em tevlî biryara hevkarên me yên ewropayî dibin. Wê bi vê Rûsya bêhtir îzole bibe û fişarê bêhtir li ser ekonomiya wê bike.” (TP/FD)