Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hewldana Edaletê ya Ji Bo Robozîkê di 114emîn meha komkujiyê de li Navenda Giştî a Komeleya Mafên Mirovan(İHD) civîna çapemeniyê pêkaniye.
Di 28ê Kanûna 2011an de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê li navbera gundên Robozîkê-Bujehê 34 kes ji aliyê balafirên şer ên TSKyê ve hatin kuştin. Di nav kesên kuştî de 28 ji wan ji heman malbatê bûn. Metirsî heye ku pêvajoya dadgeriyê bi bêcezatiyê bi encam bibe.
Malbatên Roboskiyî careke din ji bo ronîkirina komkujiyê û dadkirina berpirsyaran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane. Heke Dadgeha Destûrî biryar bide ku mafên wan hatine binpêkirin, îhtîmala ku doz bê vekirin heye.
Hiqûq winda ye, edalet nîne, herkes bêdeng e
Di civîna çapemeniyê de Nûray Çevîrmen, Endama Lijneya Birêvebirinê ya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan(İHD) axiviye.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê Çevîrmenê bibîrxistiye ku di ser komkujiyê de 9 sal û nîv derbas bûye û weha gotiye:
“114 meh in gundek, gelek, civakek , welatek bi hev re li edaletê digerin. Ji wê rojê heta niha 496 hefte ne hiqûq winda ye, edalet tune ye û herkes bêdeng e. 3 hezar û 471 roj in hê jî edalet pêk nehatiye. Di komisyona ku ji aliyê meclîsê ve hat avakirin de tu encam nehat girtin û darazê jî bêcezatî berdewam kir. Roboskî, sembola bêwijdaniya ku ji ber sînorên hatine xêzkirin derfeta jiyanê nedane mirovên me yên neçar dimînin nanê xwe li ser pişta hêstirê qezenç bikin.”
Çevîrmenê destnîşan kiriye û gotiye, “Li xakên ku pevçûn lê bi dawî nebûye û hevrûbûn pêk nehatiye wê komkujî bidomin. Em hemû neçar in ku li dijî vê yekê derkevin û mafê jiyanê bênavber biparêzin. Erdnîgarî ne qeder e. Li vê erdnîgariya ku bi dehan şaristanî û gelên qedîm li ser jiyane, bêyî tirsa mirinê jiyaneke adil û azad mafê me yê herî xwezayî ye.”
Robozîk, ezmûna desthilatê û dewletê ye
Çevîrmenê bibîrxistiye ku malbatên kesên di Komkujiya Roboskî de mirine, di 9ê Nîsanê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane û wiha berdewam kiriye: “Delîla têkçûna pergala edaletê yek jî Komkujiya Roboskî ye. Peywîra dewletê ya herî bingehîn parastina mafê jiyanê ya bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê xistine bin garantiyê ye.”
“Di serî de Roboskî em ê li dijî tundî û şerê ku azadî û mafê jiyanê yê mirovan ji holê radike, mafê xwe yê îtîrazê bênavber bi kar bînin. Ji ber dewlet, bêcezatî, şer, neyîna hiqûq û edaletê em van tiştan dijîn. Heta ku Roboskê neyê ronîkirin, tiştên li Roboskê qewimîn ji gel re neyê vegotin di siyaseta Tirkiyeyê de sivîlbûn û demokratîk bûn pêk nayê. Roboskî ezmûna dewlet û desthilatê ye. Rêya edalet û aştiyê ya li ser vê axê teqez di Roboskî re derbas dibe. Roboskî şerm û birîna ku xwîn jê tê ya vê axê û lêgerîna edaletê ye.”
(AS/AY)