Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Birêvebiriya Komeleyan a Walitiya Şirnexê, karên Komeleya Edaleta ji bo Robozikê Aştiya ji bo Cîhanê(Roboski-Der) sekinand.
Monomentê Robozikê yê li Parka Dîcle Kentê bû, Şaredariya Kayapinarê(Peyas) da rakirin.
Me bi serokê Roboski-Derê, Velî Encûyî re li ser pêvajoya ji Qirkirina Robozikê heta niho axist.
Encû bi xwe jî bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatiye desteserkirin û 7 rojan wek desteserkirî li navenda polîsan maye.
Encûyî eşkere kir ku “ji bo başkirina derûniya zarokên di emrên 8-15ê de boyax û fiçeyên çêkirina wêneyan jî karmendan birine.”
Çapkera êmanet jî birin
Di 10ê Kanûna Paşiyê de, karmendên Birêvebiriya Komeleyan digel Cendirmeyan çûne komeleyê û dest danine ser tiştên komeleyê.
Encûyî got:
“Her tiştên me birin. Ji xwe dema em dibêjin her tiştên me. Me mase û kursî hebûn ew birin. Kitêbên me, refa kitêban, kompîter û televizyona me birin.
“Ji ber neyîna pereyan me bi êmanetî prîntera(çapker) kargeha hevalekî anibû. Digel ku me eşkere kir ew ne ya me ye jî karmendan ew bir.
“tiştê herî giring me ji bo zarokan boyax û firçe anibû da ew wêneyan çêbikin û pê derûniya wan baş bibe. Karmendan boyax û firçe birine. Wêneyên zarokan bi keda xwe çêkirîn hebûn karmendan ew jî birine.”(AS/MB)