Stranbêj Ridvan Îbriyî ji bo salvegera kuştina Jîna Mansa Amîniyê, stranek çêkir. Navê strana Îbriyî, “Jîna Emînî” ye.
Stran li ser hesabê YouTube yê Kom Muzîkê û hemû platformên dijîtal hate weşandin.
Ridvan Îbriyî hestên xwe yên derbarê vê berhemê de bi van gotinan anî der:
"Daxwaza pevrejiyanê ku mirov di avakirin û birêvebirina wê de zehmetiyê dikişînin heke dewlet li hemberî vê yekê hişmendiya xwe ya prîmîtîf û xam bikin dewreyê, bi biskeke jineke nûciwan nikaribin û tevî hemû van tiştan jî ji xwe fedî nekin, hingê tekane rêya ku li ber we dimîne vegotina hebûna xwe ye.”
"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li seranserê Îranê, xwenîşandan dest pê kiribûn.
Derbarê Ridvan Îbriyî de
Rıdvan Îbri di sala 1989an de li navçeya Hêwel a Sêrtê tê dinyayê û di 2013an de li Stenbolê bi cih dibe û li Beşa Perwerdeya Dengî ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Halîçê dest bi perwerdeyê dike. Piştî ku tê digihêje ku perwerdeya wî ya dibistanê dê nîvco bimîne ji ber ku neçar e hem bixebite hem jî perwerdeya xwe berdewam bike, li Konservatuara Şaredariya Avcilarê dest bi perwerdeya xwe ya bingehîn a muzîkê, koroya pirdengî û perwerdeya ûdê kiriye.
Rıdvan İbri dibêje, "Piştî xebatên perwerdeyê, hêza muzîka kurdî û wêjeya kurdî hişt ku ez xebatên bi vî rengî bikim" û dide zanîn ku wextê ku helbestên wî yên bi awayekî amatorî nivîsandî li hin mecrayan tên weşandin ev yek dibe wesîle ku ew dest bi xebatên çêkirina besteyan bike. (FD)