Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Hevkariyê û Ewlekariyê ya Ewropayê (RHEE) derbarê referandûma guhertina destûra bingehîn de nêrîna xwe aşkere kir.
RHEE diyar kir ku referandûm di dema Rewşa Awarte de û ne di nava şertên wekhev de pêk hatiye û hat destnîşankirin ku aliyê “Erê” bi awayekî serdest di medyayê de cî stand û astengkirinên li pêşiya medyayê hiştiye ku giyana fikrên piranîparêz kêm bibe.
Rêxistinê herwiha derbarê biryara YSKê ya ji bo qebûlkirina pisûla û zerfên bêmor de jî wiha nirxandin kir:
“YSKê li dijî yaseyê, tedbîreke girîng a ewlekariyê ji holê rakiriye”.
Tevahiya raporê ya ji hêla Buroya Mafên Mirovan û Saziyên Demokratîk a RHEE û Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) ya hevbeş wê 8 hefteyên din were aşkere kirin.
MPKE jî rapora xwe di 30ê Gulana 2017an de di civîna komisyona daimî ya li Pragê wê ragihîne. (EKN/FD)